Rojbûna we pîroz be Rêberê min
Viyan Gabar

Rêberê min. Roja vejîna we pîroz be. Hûn Ji bo me ne têne wekî Rêberekî ne, di heman wextê de hûn heqîqet û jiyana me ne. We Ji bo me jiyan afirand û hûn bûn rênîşandarê me. Rojbûna we ji bo tevahî mirovahiyê bû heqîqet.
Êdî gerdûn bi hestên azadiyê dijî. Ji ber dizane careke din bi Rêberekî mîna we dê nirxên mirovahiyê li vê xaka pîroz were parastin. Rêberê min em wekî jin xwedî şansekî pir mezin in ku hûn bi fikir û ramanên azad rêya me rohnî dikin. Ji ber sîstema koledar em bi saxî binax kiribûn. We em ji mirin û koletiyê rizgar kirin. We em li cewher û nasnameya me vegerand. We felsefeya divê em çawa bijîn diyarî tevahî jinan kir. Raman û felsefeya we ya jiyanê bû bingeh ku jin li her qadê têkoşîn bike û heman demê rastiya xwe bibîne. Ew zincîra koletiyê ya bi hezaran salan li me hatibû pêçandin bi saya ked û hewldanên wê yên bêhempa hat parçekirin.
Îro dor hatiye ku em bi têkoşîn û zanista jineolojiyê wê dorpêça li derdora we ji holê rakin. Ji ber hûn xwedî hebûneke rasteqîn a jiyanê ne.
Rêberê min hest û ramanên min têrê nakin hezkirin û dilsoziya xwe ya ji bo we bi hevokan pênase bikim. Rastiya we ji deryayan mezintir e. Hebûna we ji bo me di ser her tiştî re ye. Hûn qibleya jiyana me ne.
Rêberê min…
Her kêliya ez pirtûkên we dixwînim rast pêkanîna fikir û felsefeya we di dil û hênaseya xwe de dijîm. Her gotineke we mîna çeman di laşê min de diherike. Bi taybet nirxandinên we yên têkildarî jinan ji bo min cihê serfiraziyê ye.
Rêberê min…
Eger rojê deh caran bimirim û dîsa çavên xwe li vê cîhanê vekim ez ê wê wekî roja xwe hilbijêrim. We em Ji tarîtiya bi salan rizgar kirin. We em xistin nav heqîqetê û rêya azadiyê ji me re vegot.
Rêberê min…
Hûn xwedî felsefeyeke wisa ne ku hemû zindî dema çav li we dikevin, xweşikbûn û bedewiya jiyanê dibînin. We wate li her tiştî bar kiriyê. We xweza, zindî, zarok û heman demê tevahî gerdûn bi wateyên hebûnê berbiçav kiriye.
Rêberê min….
Ez weke jineke ciwan a cihê xwe di nav Tevgera Azadiyê de digirim, li hemberî rastiya we û di heman demê de mayîna we ya li Îmraliyê rexnedayîna xwe didim. Ji ber heya niha me nikarî we bi awayekî fizîkî rizgar bikin. Rêberê min soz didim heya hênasiya xwe ya dawiyê di rêya we de bimeşim. Ez ê bi felsefeya jineolojiyê ya kesayeta jinan azad di xwe de ava bikim. Herî dawî Rêberê min dîsa ez rojbûna we li tevahî mirovahiyê pîroz dikim.
Silav û hêzkirinên xwe yên bêdawî diyarî we dikim.




