Roja Rojnamegeriya Kurdî: 22’yê Nîsanê

Miqdad Midhed Bedirxan 22’yê Nîsana 1898’an cara yekemîn li Paytexta Misrê Qahîreyê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist. Roja Rojnamegeriya Kurdî her sal bi wesîleya 1’emîn weşana Kurdî roja çapkirina ‘Rojnameya Kurdistan’ 22’yê Nîsanê tê pîrozkirin.

Rojnameya Kurdistan bû bingehê ku rojnamegeriya Kurdî bigihêjîne îro. Rojnameya Kurdistan bi zimanê Kurdî û Erebî 4 salan berdewam kir, 5 hejmarên wê yên destpêkê li paytexta Misrê Qahîreyê hatin çapkirin. Paşê jî ji ber êrîşên ku rojname pêre rûbirû dima cihê wê hat guhertin û li Cenevreya Swîsreyê, piştre ji ber heman sedeman dîsa li Qahîreyê, Îngîlistan û çapa herî dawî hejmara 31’ê sala 1902’yan li Swîsreyê hat çapkirin.

Miqdad Midhet Bedirxan li ser derxistina vê rojnameyê gotibû, “Di vê rojnameyê de ez ê qala qenciya zanyariyê û têgihiştinê bikim. Li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ez ê nîşanî Kurdan bidim. Li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, bazirganiyê çawa dikin; ez ê qala hemûyan bikim.”

Sala 1932ʹyan jî Kovara Hawar ji aliyê Celadet Bedirxan ve dest bi weşanê kir. Kovar ku bi zimanê Kurdî û tîpên latînî weşan dikir di dîroka ragihandina Kurdî de bû qonaxeke nû. Di kovarê de mijarên çandî û wêjeya Kurdî dihatin parvekirin. Her wiha çîrok û helbestên Kurdî diweşandin. Kovara Hawar roleke girîng di belavkirina rêgezên zimanê Kurdî de list û di warê pêşxistina çand û wêjeya Kurdî de gaveke girîng bû.

Bi avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê re di qada rojnamgeriya Kurdî de gaveke nû hat avêtin. Tevgera şoreşgerî ya di pêşengiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê, girîngiyeke mezin da qada rojnamegeriyê. Bi fikir û ramanên Rêber Apo re ev qad bêhtir pêşket. Rojnameya Serxwebûn a sala 1978’an bi pêşengiya Mazlûm Dogan dest bi weşanê kir, bû deng û rengê têkoşîn û berxwedana Tevgera Azadiyê ya Apoyî.  Sala 1986ʹan jî Kovara Dengê Kurdistanê bi zimanê Erebî dest bi weşanê kir.

Rojnamegeriya Kurd zanebûn û fikreke şoreşgerî di nava xwendekar û rewşenbîrên Kurd û beşên din ên civakê de belav kir. Rojnameya Berxwedan ku bi zimanên Kurdî û Erebî weşan dikir, roleke girîng di avakirina kadroyên ragihandinê de lîst.

Damezirandina MED TV sala 1995ʹan li paytexta Belçîka Brukselê, qonaxeke nû di çapemeniya Kurdî de bû. MED TV kanala Kurdî ya yekemîn bû ku li tevahiya cîhanê bal dikişand ser pirsgirêka gelê Kurd. Her wiha roleke girîng di belavkirina çanda Kurdî û avakirina kadroyên ragihandinê de lîst.

Jinên Kurd weke di hemû qadan de xwedî rol û mîsyonên pêşengiyê ne, di qada çapemeniyê de jî xwe rêxistin kirine, televizyon, ajans û radyoyên xweser vekirine. Jina yekem di xebatên rojnamegeriyê de kar kiriye Rewşen Bedirxan e. Rewşen nivîskara Rojnameya Kurdistanê ye. Ya duyemîn jî Saîme Aşkin e ya sala 1978`an di Kovara Serxwebûn de xebitiye. Yekemîn kovara xweser li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi navê YJWK, 1982`yan de dest bi weşanê kir. Bi navê Kovara Jina Serbilind, 1983’yan li Almanyayê weşana xwe domandiye.

Di 8’ê Adara 1997’an de li Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê rojnameya heftane ya bi navê “Jiyana Azad” di pêşengiya têkoşera nemir Şîlan Kobanê dest bi weşanê dike. Sala 2000`î weke berdewamiya Jiyana Azad rojnameya “Roj Heyat” dest pê dike. Roj Heyat heya 2004’an weşana xwe didomîne. Di rojnameya Roj Heyat de yek ji pêşenga jina şoreşger Leyla Walî (Viyan Soran) xebitiye. Ev rêûresm û têkoşîna jinên Kurd di roja me ya îro de ji tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn bihuriye û bûye gerdûnî.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button