‘Rêbertî gelê Kurd ê ber bi tinebûnê ve diçû ji nû ve zindî kir’

Rizgar Efrîn diyar kir ku ew weke gaziyên şer piştî bi salan bi dîmen be jî ji ber Rêber Apo dîtine pir kêfxweş bûne û got, “Rêber Apo, gelê Kurd ê ber bi tinebûnê diçû ji nû ve zindî kir û rakir ser piyan. Em ê her tim di rêya Rêbertî û şehîdên xwe de bin.”

Dengvedana banga Rêber Apo ya bi dîmen a  9’ê Tîrmehê weke li her cihî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rê li ber bandoreke mezin vekir. Gaziyê şer Rizgar Efrîn têkildarî banga Rêber Apo nêrînên xwe anîn ziman.

Rizgar Efrîn di destpêka axaftina xwe de dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din diyar kir got, “Daxuyaniya Rêber Apo ya bi dîmen a 9’ê Tîrmehê çav, ruh û fikrê me ronahî kir. Em pir û pir kêfxweş bûn.  Em weke netewe dihatin înkarkirin û di nav lepên qirkirinê re derbas dibûn. Lê Rêber Apo em ji wê qetilkirina komî rizgar kirin û erka pêşengtiyê da me. Rêber Apo gelê Kurd ê ber bi tinebûnê ve diçû zindî kir û rakir ser piyan. Êdî têkoşîna Rêber Apo gerdûnî bûye.”

Gaziyê şer Rizgar anî ziman ku ew niha têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo perwerdeyê dibînin û di vê xisûsê de wiha axivî, “Ji bo baştir fêmkirina pêvajoyê û pêngava nû ya Rêbertiya me pêş xistiye, em weke hevalên gaziyên şer perwerdeyê dibînin. Ji bo em di nav civakê de jî bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin, perwerde pir girîng e. Em hewl didin bibin layiqî şehîdan û Rêber Apo.”

Rizgar Efrîn wiha dirêjî da axaftina xwe, “Rizgariya gelê Kurd û mirovahiyê bi felsefe û fikrên Rêber Apo wê pêk we re. Dîsa paradîgmaya Rêbertî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkan çavkaniya çareseriyan e. Em gelekî bi kelecan û kêfxweş in ku  em hevalên Rêber Apo ne. Weke gaziyên şer a ji me tê xwestin ew e, em xwe zana bikin, fikir û ramanên Rêber Apo bixwînin û rola xwe ya pêşengtiyê rabin.”

Gaziyê şer Rizgar Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em weke şervan û şagirtên Rêber Apo ji aştiyê, xwişk û biratiya gelan re jî amade ne. Heya hênasa xwe ya dawiyê em ê bi Rêberê xwe re bin. Em ê her tim di rêya Rêbertî û şehîdên xwe de bin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button