RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-2

Ya rastî, şertên derve, dewlet, îdare û girtîgeh bi xwe weke qesran jî hatibin amadekirin têrê nakin ku rave bikin bê ka ez çawa xwe li vê tecrîda xweserî xwe radigirim.

Divê mirov di şert û mercan û nêzîkatiyên dewletê de li hêmanên sereke nepirse. Ya diyarker ew e, divê ez xwe ji bo şert û mercên tecrîdê îqna bikim. Diviyabû sedemên min ên wisa mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirtana û herçiqasî tecrîd bûya jî diviyabû min îspat bikira ku mirov dikare bibe xwediyê jiyaneke mezin. Dema ez bi vê fikrê rabim, serê pêşî divê ez behsa du têgînên sereke bikim.

 DIVÊ TU XWE SERWEXT BIKÎ KU JIYAN JI SEDÎ SED BI GIRÊDANA BI CIVAKEKÊ VE DIBE

Ya pêşî, der barê statuya civakî ya Kurdan de ye. Ez wisa difikirîm: Ji bo ku ez jiyana azad bixwazim, divê civaka ez endamê wê me azad bibe. Ya rastî, bêyî azadbûna civakê azadbûna ferdî nedibû. Ji aliyê sosyolojîk ve azadiya ferd bi temamî bi asta azadiya civakê ve girêdayî ye. Dema ez li gorî vê feraziyê li rewşa Kurdan difikirîm, min wer fêhm dikir ku jiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin ti cudahiya xwe nîne. Ez vê fêhm û têgihiştina xwe bi vegotineke wêjeyî nayînim ziman, bi temamî weke heqîqeta rastiyê ya pêkhatî îfade dikim. Ya diduyan, ji bo bi awayekî tam serwextbûna li têgînê, hewcedarî bi girêdana pîvaneke exlaqî heye. Divê tu xwe serwext bikî ku jiyan ji sedî sed bi girêdana bi civakekê ve dibe. Yek ji têgihiştinên girîng ên ku modernîteyê ew afirandine û bi wan ferd razî kirine ew e, bêyî girêdana civakî ferd dikare bijî. Ev îqna vegotineke qelp e. Ya rastî, jiyaneke bi vî awayî tineye, lê weke rastiyeke ferazî ya hatiye çêkirin, didin qebûlkirin. Mirov ji vê pîvanê mehrûm bibe, ev tê wê maneyê ku exlaq jî ji hev de ketiye. Li vir heqîqet û exlaq di zikhev de ne. Kengî civaka exlaqî ji hev de ket û têkiliya wê bi têgihiştina exlaqî re qut bû, hingê ferdperestiya lîberal dikare pêk bê. Di serdema me de weke şêweyê jiyanê yê serdest tê pêşkêşkirin û ev rastiya wê îspat nake. Çawa ku sîstema kapîtalîst a ku ew berdevkiya wê dike bi tenê bi jihevdeketina civaka exlaqî û jidestdana têgihiştina li heqîqetê pêkan e. Li ser pirs û diyardeya Kurd min mitale kir û di encamê de li ser vê babetê min ev hukim da.

 REWŞA KURDAN JI SEDÎ SED NEHIŞT KU EZ XEYAL BIKIM ‘JIYANA AZAD PÊKAN E’

Divê mirov di jiyana min de aliyekî dualî baş fêhm bike. Ew jî reva ji Kurdîtiyê yan jî berevajiyê wê min berê xwe da Kurdîtiyê. Li gorî qirkirina çandî şert û mercên revê li her deverê hazir û nazir bûn. Her tim rev tê teşwîqkirin. Tam jî di vê nuqteyê de pîvana exlaqî dikeve dewreyê. Di berdêla rizgariya ferdî de reva ji civaka xwe çiqasî rast e, yan jî baş e? Min heta bi sala dawî ya zanîngehê xwend û ya rastî ev dihat wê maneyê ku min bi awayekî ferdî xwe xilas kiribû û ev yek misoger kiribû. Tam jî di vê demê de min dest bi Kurdîtiyê kir û vê jî vegera li pîvana exlaqî îfade dikir. Di çarçoveyeke sosyalîst de pêkan bû ku ev civak ne Kurd bûya, dibe ku civakeke din jî bûya. Lê dîsa jî divê tu xwe ji sedî sed bi diyardeyeke civakî ve girê bidî da ku tu karibî bibî ferdekî bi exlaq. Eşkere dibû ku ez ê nebûma ferdekî bêexlaq. Ez li vir têgîna exlaq bi maneya etîk, ango bi maneya teoriya exlaq bi kar tînim. Naxwe ez li vir behsa exlagiriyeke paşvemayî nakim, mînak behsa kesekî tevahiya temenê xwe bi malbatekê ve yan jî bi komeke weke wê ve girêdayî dimîne nakim. Ji ber ku girêdana bi diyardeya Kurd û rewşa wê ya bi pirsgirêk ve bi tenê weke etîk bi exlaq dibe. Rewşa Kurdan a ji sedî sed koletî bû –ku hê jî bi vî rengî ye –ji sedî sed nehişt ku ez xeyal bikim “jiyana azad pêkan e”.

JI BO KURDEKI BI RUMET JIYAN JI SEDÎ SED BI TÊKOŞÎNA BÎSTÛÇAR SAETÊN ROJÊ YÊN JI BO HEBÛN Û AZADIYÊ PÊKAN E

Ez bi vê îqna bûm: Dinyayeke min tineye ku ez têde azad bijîm. Li vir min zindana derve û hundir gelekî da ber hev. Di encamê de ez pê hisiyam ku girtîbûna li derve ji bo ferd bêhtir bi tehlûke ye. Ferdekî Kurd xwe li derve azad bihesibîne û bijî, ev ê xwe xapandineke mezin be. Jiyaneke di bin xwe xapandin û derewê de derbas bibe, jiyanek e ku ji dest çûyiye, û xiyanet lê hatiye kirin. Encama min ji vê bi dest xistî ev e, ez li derve bi tenê bi şertekî dikarim bijîm, ango ez bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan (di şertên kapîtalîzmê de ji bo kedkarên Tirk) têbikoşim pêkan e. Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq, jiyan ji sedî sed bi têkoşîna bîstûçar saetên rojê yên ji bo hebûn û azadiyê pêkan e.

EZ DIVÊ XWE LI ŞERT Û MERCÊN ZINDANÊ RAGIRIM

Min dema bi vê pîvanê jiyana xwe ya derve dipîva, min qebûl dikir ku ez bi exlaq rabûme. Di berdêla vê de kuştin an jî ketina zindanê li gorî xwezaya şer e. Li gorî ku jiyaneke bêyî şer sextekarî û bêrûmetî ye, kuştin an jî xweragirtina li zindanê li gorî xwezaya çalakiyê ye. Ez divê xwe li şert û mercên zindanê ragirim, ev li gorî sedema min a jiyanê ye. Çawa ku mirov nikare rûyê xwe ji têkoşîn, her şêweyê şer ê hebûn û azadiyê ba bide, divê mirov zindanê jî weke encam qebûl bike. Ji ber ku tu ji bo jiyana azad têdikoşî û bêyî wê jî nabe. Eger mijar Kurd be, û ew Kurd jî bawer bike ku sosyalîst e, û eger di bin fermana lîberalîzm, kapîtalîzm an jî fanatîzmeke dînî ya çeloxwarî de nebe, ji bilî şerê ji bo jiyaneke exlaqî û etîk, li derve ti tiştekî tu bikî û cîhaneke te ya tu lê bijî tineye. Dema ku min di çarçoveya vê têgînê de li jiyana hevalên di zindanê de temaşe kir, min dît ku bi awayekî gelekî ciddî xwe dixapînin. Bi wan dane bawerkirin an jî wan bi xwe daye bawerkirin ku li derve jiyaneke azad a mirov pê rabe heye. Jixwe dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve rola zindanan analîz bike, mirov ê bibîne rola wan ew e, li cem mirov hêviyeke azadiyê ya qelp biafirînin. Di şertên modernîteyê de zindan bi girîngî li ser vî bingehî hatine avakirin. Dema mirov ji zindanê derketine, du rê li ber wan hebûn; yan bi sextekarî û derewê jiyan qebûl kirine. Di vê rewşê de, divê mirov hêviya jiyaneke şoreşgerî, exlaqî û bi rûmet ji wan neke, bendewariyên bi vî rengî tewş in, pûç in. Yan jî pratîka zindanê wê wan bistewîne, bigihîne. Bi vê gihiştinê wê têkoşîna xwe ya civakî bêhtir bi awayekî serketî bi cih bînin.

WÊ BIDOME…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button