RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-1

Sîstema îşkenceyê û tecrîda girankirî ku li grava Îmraliyê dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, rojevek sereke ya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û derdorên demokrat, şoreşger û azadîxwaz de ye.

Sîstema îşkenceyê û tecrîda girankirî ku li grava Îmraliyê dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, rojevek sereke ya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û derdorên demokrat, şoreşger û azadîxwaz de ye. Rêber Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Îmraliyê tê girtin. Li gel sîstema îşkenceyê, mafên yasayên navneteweyî û dewleta Tirk dane jî tên astengkirin. Destûr nayê dayîn malbat û parêzer biçin serdanê. Ji 25’ê Adara 2021’an ve jî ti agahî ji Rêbertî nayê girtin.

Li hemberî vê pergala îşkenceyê Rêber Abdullah Ocalan, berxwedaneke dîrokî ku rêya azadî û wekheviyê nîşanî tevahiya gelan dide raxist ber çavan. Gelo li Îmraliyê pergalek çawa heye? Rêber Abdullah Ocalan li wir têkoşînek çawa dimeşîne, lêhûrbûnek çawa kiriye û çawa dijî?

Bersiva van pirsa Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka pêncemîn a parêznameya xwe ya bi navê “PARASTINA KURDÊN DI NAVA PENCÊ QIRKIRINA ÇANDÎ DE, PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” de dide.

Di beşa dawî ya pirtûkê ku bi sernavê “LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ” ya 22’yê Kanûna 2010’an hatiye nivîsandin de, bi awayekî berfireh ev xisûs tên ravekirin.

Ji ber girîngiya mijarê, em ê nirxandina Rêber Abdullah Ocalan wekî 5 beşan diweşînin.

MIN HETA NIHA BEHSA TECRÎDA TENÊ LI SER MIN TÊ PÊKANÎN NEKIR Û MIN NEANÎ ZIMAN EZ ÇAWA LI BER XWE DIDIM

Min heta niha di tevahiya parêznameyên xwe yên nivîskî û diyalogên xwe yên devkî de zêde behsa jiyana xwe ya şexsî nekir. Ji bilî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û pirsgirêkên bi îdareya girtîgehê re, sîstem bi awayekî taybet min tecrîd dike û vê bi tenê li ser min pêk tîne. Min heta niha behsa vê nekir û min neanî ziman ku ez çawa li hemberî vê li ber xwe didim. Ez yeqîn dikim ku yek ji mijarên herî zêde kakûnî û meraqa wan tê kirin, ev e. Ango meraq tê kirin ka ez li hemberî vê tenêtî û sekantiya mutleq çawa li ber xwe didim. Ezmûna min a jiyanê di vî warî de cihê meraqê ye. Ez dema zarok bûm, yek ji dinyadîtiyê gund ku weke zana dihat qebûlkirin, hal û hereketên min şopandibûn û ez hê jî ji bîr nakim gotinek weha gotibû: “Lo li cihê xwe rûnê, ma di te de cîwa heye?” Çawa ku tê zanîn, cîwa elementek e ku diherike û di cihê xwe de nasekine. Ez jî kesekî wisa bi hereket bûm û di cihê xwe de nedisekinîm. Eger xwedayên mîtolojîk jî bifikiriyana bi herhalî wê nehata bîra wan ku min bi zinarên Îmraliyê ve girê bidin û bi cezayekî giran ceza bikin. Tevî vê jî min di hucreyeke yekkesî de duwanzdeh salên xwe temam kirin.

LI SER PIYAN MAYÎNA MIN Û NERIZÎNA MIN, WÊ ZÊHN Û ÎRADEYA MIN DIYAR BIKIRANA

Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe. Li vê rewşê odeya girtî ya tecrîdkirinê jî bê zêdekirin hingî bandora wê ya mirov bihilhilîne bêhtir dibe. Herweha di dema destpêkirina kalbûnê de ez anîm giravê. Demeke dirêj ez di kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de girtim. Ez yeqîn dikim ku du salên dawiyê kontrola Wezareta Dadê heye. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke yek kanalî derfetên min ên têkiliyê bi derve re tinene. Bêguman mehê carekê hevdîtinên nîv saetî yên bi xuşk û birayan re û bi bahaneya rewşa hewayê ya nexweş gelek caran pêk neyê jî hevdîtinên hefteyî yên bi parêzeran re cîhana min a têkilîdanînê pêk dianîn. Hemin ez van hêmanên têkiliyê piçûk nabînim, lê ji bo ku mirov xwe li ser piyan bigire têrê nakin. Li ser piyan mayîna min û nerizîna min, wê zêhn û îradeya min diyar bikirana.

EV EZMÛN Û TECRÛBE HEMÛ JÎ TÊRÊ NAKIN KU HÊZA MIN A BERXWEDANÊ LI ÎMRALIYÊ RAVE BIKIN

Ez hê li derve bûm, min hem xwe bi tenê hiştibû hem jî min xwe ji tenêmayînê re amade kiribû. Min xwe ji têkiliya bi malbatê û xizmên nêz re ku mirovan gelekî  hînî xwe dikin, heta ji têkiliya bi heval û hevriyan re gelekî mucered kiribû û di vî warî de tecrûbeyên min hebûn. Têkiliya bi jinê re tevî ku gelekî girîng bû jî qadeke têkiliyê bû, min ew jî gelekî mucered kiribû. Ez bi temamî berevajiyê Nazim Hîkmet bûm. Min ehd kiribû ku ez ê nebim xwedî zarok. Di dema lîseyê de min nivîseke kompozîsyonê nivîsandibû û mamoste ji bo wê deh pûan dabûn min. Sernivîsa wê gotara min wisa bû: “Tu ji bo min ew zarokî ku wê qet ji dayik nebe!” Ez yeqîn dikim ku bi vê nivîsê min xwestibû ez jiyanên zarokatiyê yên zehmet derbas dibûn, bînim ziman. Lê ev ezmûn û tecrûbe hemû jî têrê nakin ku hêza min a berxwedanê li Îmraliyê rave bikin.

EZ Ê ÇAWA JI ÎRADEYA MÎLYONAN A YEKBÛYÎ QUT BIBÛMA!

Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ka ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne gelek salên bihurîn, ez nedifikirîm salekê jî derbas bikim. Fikreke min a min di ber xwe de digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi mîlyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan kesî yan jî ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir. Mirov hîç nikarin ji malbat û zarokên xwe qut bibin, lê ez ê demeke dirêj û bi awayekî careke din hîç li wan venegerim çawa ji îradeya mîlyonan a yekbûyî qut bibûma! Ev îradeya bi mîlyonan a yekbûyî mirin li ber çavan girtibû û pêk hatibû.

NAMEYÊN JI GEL ÊN ÇEND RÊZ JÎ NEDIDAN MIN

Nameyên ji gel ên çend rêz jî nedidan min. Heta niha ji bilî nameyên hevriyên li zindanê yên ku beşekî mezin nedan min û wan pirr kêmên wan ên di kontroleke hûrûkûr re derbas bûne û ji bilî çend îstîsnayan, hîç name nedane min. Min nikarîbû ez nameyan bişînim. Ev xusûs hemû belkî hinekî rewşa ku tecrîdê rê li ber vekiriye qismî rave bikin. Lê rewşa min aliyên xwe yên xweser hene. Ez ew kes im ku min bi Kurdan gelek gavên ji wan re cara pêşî bê gotin, dabûn avêtin.

Ev gavavêtinên nîvcomayî hemû ji bo jiyaneke azad pêk bên bivênevê hewce bûn. Min bi her kesê ji gelê me, der barê her qada civakî de gava pêşî dabû avêtin, lê min nikarîbû wan bisipêrim dest û şertên ewle. Li evîndarekî bifikirin: Ji bo evîndara xwe ya pêşî gav avêtiye, lê kêliya wê karibe wê himbêz bike destên wî li hewa dimînin. Di qadên civakî de gavavêtinên min ên ji bo azadiyê jî timî li hewa mane. Min xwe di qadên civakî yên azadiyê de bi awayekî helandibû. Ji ‘min’ zêde tiştek jî nemabû. Ji aliyê civakî ve pêvajoya zindanê di demeke wisa de dest pê kir.

WÊ BIDOME…

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button