Rayedarên dewleta Tirk xwe dixapînin
Feraşîn Botan

Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, kongreya Tevgera Azadiyê, peyama bi deng a Rêber Apo û şewitandina çekan re ji tevahiya cîhanê re careke din hat nîşandan ku gelê Kurd alîgirê aştî çareseriyê ye. Weke tê zanîn ev pêvajoya ji aliyê Rêbertiya me ve hat destpêkirin li her aliyên welêt û tevahiya herêmê rastî xwedîderketineke muezem hat.
Lê belê bi rastî mirov li hember rayedarên dewleta Tirk û siyaseta wan a paşverû matmayî dimîne. Bi vê zîhniyeta xwe ya tekperest çi bi zanebûn çi ne bi zanebûn dibin sedema mirov bikeve nav fikarên mîna, gelo dixwazin wekî salên berê dîsa pêvajoya aştiyê xerab bikin?
Her kes dizane ku welatê Kurdan di nav çar dewletan de hatiye dabeşkirin. Êrîş û gefên li ser parçeyekî ji sedî sed bandorê li ser parçeyên din jî dike. Di vê pêvajoya ku bi taybet gelê Kurd û dostên wan dixwazin qonaxa Rêbertî pêş xistiye bi serketinê bi encam bibe, gef û tehdîtên rayedar û rêveberên dewleta Tirk ên li hember Kurdên Sûriyeyê zêde dibin. Îro li tevahiya cîhanê her kes dizane ku eger hêzên YPJ, YPG û QSD yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebin, wê pêkhate û civakên wê herêmê rastî êrîş û komkujiyên pir mezin werin.
Hewce ye di vê mijarê de mirov piçekî be jî bi wijdan tevbigere. Divê hurmeta mirov ji şehîd û birîndarên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kerameta gelên xwe xwîna xwe rijandin re hebe.
Hewce ye her kes û bi taybet rayedarên dewleta Tirk zanibin ku xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ti welat û gelan re nabin tehdît û tehlûke. Berevajî bi pergala xweseriya demokratîk a ava kirine, dibin çavkaniya aştî, edalet û jiyana bi hev re ya hemû gel û baweriyan.
Her wiha ev rastiyeke bênîqaş e ku gel û civakên bi hezaran şehîd dane ji ti tehdît û gefan natirsin. Eger rayedarên dewleta Tirk wer difikirin ku wê bi tehdîtan encam bigirin, divê zanibin tenê xwe dixapînin.