Peyama Rêber Apo ya ji şêx û rûspiyên eşîran re

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê de got, “Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingehê pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e. Piştgiriya we ji QSDˊê re wateyek pir mezin e.”

Naveroka peyama Rêber Apo ya ji şêx û rûspiyên eşîran re

Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand û got: “Ez piştgirê xwişk-biratî û yekitiya gelê Kurd û Ereb im, ku ew xwedî bingeha dîrokî ye.”

Peyama Rêber Apo ya ji bo Eşîran wiha ye:

“Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re:

Dostên hêja:

Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.

Yekîtî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingehê pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.

Hûn bi vê yekîtiyê bingehekî dîrokî yê nû yê xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin.

Di dilê dîrok û rêveçûna wê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratî yên di navbera her du gelan de piştî îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.

Ev yekitiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye. Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî, ji lew re ev helwest û yekitiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê. Ez piştgiriyê didim xwişk- biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb, ji ber bingeha wê ya dîrokî heye.

Li ser vî bingehî, me xwe bi pêş xist û me perspektîfên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk dan. Divê giştî wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin. Divê Kurd û Ereb bi hev re bijîn. Ev jî bi piştgiriya we ji QSDˊê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji QSDˊê re xwedî girîngî û wateyek mezin e.

Dostên hêja:

Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil  de bilîzin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz dijîn ji bo vê biratiya dîrokî tevbigerin.

Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.

Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim

Di jiyana we de tenduristî û serkeftinê dixwazim

Silavên dostane û biratî

28/7/2025

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Îmralî.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button