Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye qonaxeke gelekî girîng

Analîza Siyasî...

Mirov dikare vê yekê weke vîrajekê, ji xala werçerxê û qada hilpekînê jî were; pênase kirin û têkoşîna wê dewam kirinê. Ger nêzîkatiyeke baldar, hesas û guncavî hewcehiyan were pêşxistin bê guman geşedanên ku rû didin ku yekser nebe jî wê di demeke dirêj de rê li ber reforma Tirkiyeyê ya hewce veke. Lê belê rewşa berovajî jî pêkan e. Yanî ger bi awayekî cidî li hemberî gelan bi berpirsiyarî û hesas, nêzîkatiyeke neyê nîşandan Rojhilata Navîn wê di nava kaosê de; deriyên xwe ji geşedanên ku encamên wan ne diyar re veke. Dibe ku çalereşeke din a ku berê gelên li herêmê bide nediyariyê vebe. Helbet ez qala qonaxa xebatên komîsyonê dikim. Di çareseriya pirsgirêkeke polîtîk de ku aliyekî dewletê hewl dide bi armanca, ewlehiyê bi rê ve bibe lê belê di serî de pirsgirêka gelê Kurd ya hebûn û azadiyê, di rastiyê de ji bo avakirina îradeya pêkvejiyana gelên li herêmê, israra têkildarî avakirina komîsyonê dihat wateya israra siyasetê.

Formula çareseriyeke pirsgirêka Kurd a li pêşiya îstixbarat û artêşê, di pêncî salên dawîn de bûye meşa xwe dispêre polîtîkayên şerî. Her du alî jî pir bi îsrar dibêjin ku wan ji vê pêvajoya şerî serkeftin bi dest xistiye.  Gelo bi rastî jî wisa ye? Hewce ye mirov vê yekê bifkire û hesabekî bike. Gelê Kurd di encama vî şerî de potansiyela xwe, rewşa xwe ya jeostratejîk û xuyabûna xwe ya di nava rastiya Rojhilata Navîn de afirandin. Helbet ev yek li gel dayîna bedêlên mezin pêk anîn. Gelekî ku sed salî bi rengekî nixumandî li polîtîkaya qirkirinê, rast hat û neçar ma ku di statuyeke welê de bê hiştin ku mînaka wê nîne; tenê bi vî rengî dikarîbû vê ‘Qanûna Tûncê’ parçe bike. Em qala rastiya Tirkiyeyeke ku heya demeke kurt beriya niha jî behsa hebûna gelê Kurd nedihat kirin, dikin. Ev pêk hatiye û nikare were înkarkirin.

Ez nizanim Tirkiye wê di şerê li hemberî hebûna gelê Kurd de, serkeftinên xwe çawa kategorîze bike. Dibe ku bibêje min şerekî xurt kir û kevir li ser kevir nehişt. Dikare bibêje ku min ji sedî 90’î gelê Tirk bi tunebûna hebûna gelê Kurd qanih kir. Bi rastî jî nizanim bê ka wê serkeftinên xwe çawa îfade bike. Windakirina însanan, wêraniya aborî, ferqa di navbera gelan de hatiye çêkirin, qirkirina heqîqetê ya ji bo birêvebirina şerî, rizîbûna exlaqî ya di nava jiyana civakî de… Dikare destkeftiyeke Tirkiyeyê weke polîtîkaya zextê ya li gel, terorîzekirina hebûna gelê Kurd di polîtîkaya herêmî de pêş xistiye; were nîşandan. Lê belê li gel van yekan tiştên ku winda kirine li hemberî yên bi dest xistine, zêdetir in. Ew bi xwe jî vê yekê baş dizanin. Gelo wê çawa niha derîyekî derfetê yê nû vebe?

Em baş dizanin ku Tirkkirina bi darê zorê ya li gelê Kurd hatiye ferzkirin, ti tevkarî li nasnameya Tirkbûnê nekiriye. Berovajî wê şerê xwegihandina netew dewleteke xwerû, reseniya di nasnameya Tirkbûnê de û aliyên wê yên xurt terbiye kirine.  Hebûna gelê Kurd ya ku hewl hate dayîn ku bikin Tirk, tê wateya pirsgirêkeke aîdiyetê ya tim birîndar, nivco û veşartî. Hewcehiya nasnameya Tirkbûnê bi tiştekî bi vî rengî nebû û niha jî tune ye.  Di paşeroja erdnigariya me de nasnameya Tirkmeniyê, li gel ku avaniyeke diyar bû û di xalên krîtîk de bi rêngê xwe rê diyar dikir  jî avakirina Tirkbûnê ya li Tirkiyeyê li ser her kesî dihat fezkirin, herî zêde zirarê dide vê nasnameyê. Bi kurtasî li gel pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk di serî de gelê Tirk ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn derfeta pêşxistina avakirina pergaleke wekhev, azad û adilane çêbûye.

Deriyê derfetê yê ku wê vebe, dikare veguhere bihara civaka Tirk jî. Ez dixwazim bibêjim ku em li ber xaleke krîtîk in ku girêdayî jinûve sererast kirina têkiliyên gelên Kurd-Tirk ya adilane wê ji bo başiya her du gelan be. ‘Stratejiya entegrasyona demokratîk’ a Rêber Apo di dîroka her du gelan de xaleke werçerxê ya nû ye. Ger ku pêvajoya entegrasyona demokratîk bi ser keve û geşedaneke, erênî rû bide ne tenê Kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn wê ji bo hemû, Kurdên li herêmê dijîn jî veguhere navendeke cazîbeyê û Tirkiyeyeke ku bi keleha Kurdan; hatiye dorpêçkirin û parastin wê ji aliyê aborî û ewlehiyê ve stratejiya xwe pêş bixe û ber bi paşerojê ve bimeşe. Civaka Kurd a ku hebûna xwe dibin tehlûkeyê de dibîne, wê li gel vîna xwe û civaka Tirkiyeyê tevbigere û wê sedsala, nû girêdayî welat û neteweya hevpar diyar bike.

Em hemû baş dizanin ku mîmarê stratejiya entegrasyona demokratîk, Rêber Apo ye. Pêkhatina vê stratejiyê tenê li gel beralîkirina wê pêkan e. Tekana pêngava ku baweriyê bide gelê Kurd ê ku sedsala borî bi komkujî, komplo, derbe, cihêkirin û bêhiqûqiyan derbas kiriye, xebitîna Rêber Apo ya di nava şert û mercên azad de ye. Em ji nirxandinên Rêber Apo fêm dikin ku entegrasyona demokratîk wê girêdayî pêşketina komara demokratîk pêş bikeve. Lê belê em dixwazin vê stratejiya ku em hûrgiliyên wê baş nizanin, ji mîmarê wê guhdar bikin, fêm bikin û nîqaş bikin. Û bi famkirinê re jî wê têkoşîn û çalakbûna gelê Kurd xwe bide nîşandan û tê xwestin ku her kes destê xwe bixe bin kevir, barê pêvajoyê rake û heya serkeftinê bimeşe.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button