Perspektîfên Rêbertiyê yên ji bo gaziyan
Mirov belesebeb nîşaneya gazîtiyê nade kesekî. Hewce ye hûn vê baş zanibin.
Gazîtî ew e dema mirov dibe gazî nuqteyên hatine windakirin, vediguherîne tersê wan. Ez destnîşan dikim ku pêwîst e hûn ji sedî sed li vê serwext bibin û vê fêm dikin. Yan na heke hûn bêjin, “Ez gazî me. Bila Partî heya dawiyê li min binêre”, weke rêberê vê Tevgerê divê ez ji we re vê bêjim, belkî jî yek ji xisûsên herî zêde ez jê hêrs dibim, ew kes in ku bi daxwazên wiha mîna heqekî ye xwe bi şêwazekî gazîtiyê jî dixîne ve dipêçin.
Ez dibêjim heke lingek mabe wî lingî jî ez ê jê bikim, heke çavek mabe wî çavî ez ê derxim. Ji ber li hember nav, şeref, nasname û kesayeta gazîtiyê bi qasî vê têgihiştinê ti têgihiştineke xetertir nîne. Ev dişibe rehabîlîtasyona li zindanê. Berxwedana dîrokî ya Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, Ferhadan heye û wan tenê got, “Şerefa partîbûnê bidin me. Em weke partiyî bimînin, wekî din em tiştekî naxwazin.”
Wan ji bo şerefa Partiyê û nasnameya neteweyî winda nekin ku ev berxwedana dîrokî nîşan dan, kesên di rehabîlîteyê re derbas bûn bi awayê, “Bila heqên me yên şexsî pir hebin” weke zarokan hatin wan astan. Û dijmin ew mîna kûçikên Pavlov, ango bi awayê bi dengê zengilê qetek nan diavêt ber wan, ew bi talîm-terbiyeyê rehabîlîte kir. Niha ev tevahî tîpên wer pirsgirêkek in. Em nikarin hurmetê bidin şervanên zindanê yên di rehabîlîteya dijmin re derbas bûne. Lê ev nayê wê wateyê ku em berxwedana zindanê biçûk dibînin. Na! Tam berevajî qehremanên wê yên mezin ji bo me fermana “vegere welêt, şer pêş bixe” ne.
Em 1982’yan vegeriyan welêt û 1984’an ji bo bîranîna wan me şerekî mezin da destpêkirin. Ji sedî sed kar û xebat li ser vî esasî çêbûne. Niha meriv nikare rabe, rehabîlîtasyonê deyne ser vê û bêje, “Bila Partî heya dawiyê li min binêre.” Na! Partî li te nanêre, wê canê te bistîne. Baş e ma wê kî heqê wan şehîdên mezin bide? Kemal Pîr ku digot, “Ji sedî sed, di nav 10-20 salan de wê şerekî rizgariya neteweyî çêbibe û wê serketin pêk were” û Xeyrî jî digot, “Li beramberî rêxistinê deynê min hebû”, hûn ê ji vê re çi bêjin? Hûn ê ji wê çalakiya mezin a Ferhad Kûrtayan re çi bêjin? Û ji hezaran kesên wekî wan re…
Bêyî li dinyayê cihekî we nebinê bimîne, em hewl didin we tedawî bikin. Mînak diranên min ne baş in, min hê jî diranekî baş çênekiriye. Lê me ji bo hemû hevalan diranên baş çêkirin. Min berî xwe gelek nexweşiyên wan dan tedawîkirin. Ev rastiyek e ku em ji xwe û dayika xwe zêdetir li we difikirin. Lê belê meriv vê weke heqekî bibîne û zêdetir daxwazan ji Partiyê bike, ne li gor rastiyên me, ne li gor qehremantiya me ya şer, ne jî li gor rastiyên gazîtiyê ye. Ev dê bibe rewşeke parsekiyê, gera li heqekî û ne mimkun e, ez vê efû bikim. Ez binê van xisûsan xêz dikim. Pêwîst e hûn jî bi awayê, “Belê bi bûyîna gazî me şaşiyek kir. Ji bo telafîkirina şaşiya xwe em ê di asteke bibe mînak de bixebitin” bersivê bidin…
Ez jî li eniya şer nabezim, lê bi qasî dinyayekê bar radikim. Çavên dilê xwe, çavên hişê xwe vekin. Jixwe şoreş, karekî hêstirê nîne. Bi fikir û rêxistinbûnên mezin dimeşe. Ji sedî 90’ê kar ev e. Hûn di vê de çi qasî pêş ketin? Li şûna vê we got, “Bila rêxistin li min binêre, bila rêxistin min hilgire.” Ev ji binî ve şaş e. Ji bo kesên di van helwestan de israr dikin qetekî nanê me yê em bidin wan jî nîne….
Ez we hişyar dikim; jiyanê ji ber sedemên bêarmanc û biçûk nekin dojeh, biçûk nekin. Li şûna wê weke em dikin, bi avakeriya bêsînor a meriv xwe dixe nav armancên mezin, ji nû ve bibin partiyî û xwe rêxistin bikin! Hûn ê bibînin ku nêzîkatiya we baş dike û we digihîne organên we winda kirine ev e. Li gel vê Partiya me we li erdê nahêle. Bi qasî dilê xwe, wê derfetên xwe yên maddî jî ji bo we seferber bike. Vê ji bîr nekin. Lê belê meriv hinekî bi sebir be, bi herhalî şertekî şoreşê ye…
Milek, destek, çavek çûye, hûn ê bi yên din baştir bikin. Heta hûn ê telafî bikin. Qabîliyeta mirov ji vê re musaît e. Em ji hevalên me yên di vê saziyê de ne jî vê hêvî dikin.