‘Nirxên me yên herî pîroz şehîd in’

Selena Dêrik

Dîrok her tim bûye şahida lehengî û egîdiya qehremanan. Di heman demê de dîrok di nava her rûpeleke xwe de serpêhatiyekê dihewîne. Jiyaneke tijî fedakarî, êş, ked û heskirin… Em çiqasî pênaseya serpêhatiyên qehremanan bikin jî em ê her kêm bimînin. Ji ber ya girîng ew e mirov wan di her kêliya têkoşîna xwe de bide jiyandin.

Divê mirov di tevahiya têkoşîna xwe de wan nirxên hêja mînak bigire, her dem meriv wan bi bîr bîne, hêvî û xeyalên wan bi serketinê tacîdar bike. Her wiha hewce ye mirov bi awayekî herî rast ji nifşên nû re behsa wan lehengên bi têkoşîna xwe nirxên wê bi hezarê salan behsa wan bên kirin afirandin bike.

Di dîroka Tevgera Azadiyê ya zêdetirî nîv sedsalê ye di pêşengiya Rêber Apo de bêrawestan têkoşînê dimeşînê her roj û meh xwedî wateyekê ye. Rojeke têde şehadet nebe nîne. Bi vê wesîleyê di şexsê şehîdên meha Gulanê de tevahî şehîdên ji bo azadiya Kurdistanê û gelan bi lehengî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînim.

Rêber Apo diyar dike ku şehîd cewherê hemû serdeman tînin roja me ya îro. Meha Gulanê jî yek ji wan mehan e ku di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwedî cihekî taybet û girîng e. Gulan weke mehe şehîdan tê binavkirin. Di vê mehê de bi dehan hevalên me yên qedirbilind û hêja şehîd bûne. Hevalê Hakî Karer ê Rêber Apo wî weke ruhê xwe yê veşartî pênase dike di vê mehê de tevlî karwanê nemiran bû.

18’ê Gulana 1977’an li bajarê Kurdistanê Dîlokê di encama komployeke bêbext de hevalê Hakî ji aliyê koma kontra û sîxur a bi navê “Stêrka Sor” hat qetilkirin. Hakî Karer hevalekî bi eslê xwe Tirk bû.  Ji bo azadiye gelê Kurd û Kurdistanê weke yek ji hevalê destpêkê yê Rêber Apo dest bi têkoşînê kir. Şehadeta heval Hakî ku ji bo tevgera azadiyê pir giran bû, Rêber Apo ji bo rakirina tola hevrê Hakî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kir.

Pêşengên PKK’ê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik, 43 sal berê li dijî zilm û îşkenceya dewleta Tirk a dagirker a li Zindana Amedê 1982’yan şeva 17’ê Gulanê bi 18’ê Gulanê ve girê dide li dijî zilm û êşkenceyê agir berdan bedena xwe. Weke Agirê Çaran bûn remza berxwedanê.

Rêber Apo yê ji bo tevahiya mirovatiyê her kêlî nirxên herî pîroz ava dike, şehadeta her hevalekî di vê rêya rastî û heqîqetê de veduherîne serdem û pêvajoyeke nû, êşa windahiya her hevalekî vediguhere hêzeke tolhildanê. Lewma tê gotin ku Tevgera Azadiyê tevgera tolhildanê ye.

Dîsa ez kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê û hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên di Kongreya 12’an a PKK’ê de şehadeta wan hate eşkerekirin, bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînim. Bêguman em bi her şehadeta hevalekê û hevalekî pir diêşin. Lê em wan şehadetan ji xwe re dikin hêzeke ku em xwe li ser piyan digirin. Şehîd nirxên me yên herî pîroz ên jiyan û têkoşînê ne. Em ê heya dawiyê di şopa şehîdên xwe de bimeşin û em soz didin hêviyên wan bi serketineke herî watedar tacîdar bikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button