Nexweşxaneya Şehîd Tekîn Goyî li Hesekê hat vekirin

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nexweşxaneya Şehîd Tekîn Goyî û Klînîkên Şehîd Qehreman li Taxa Xiwêran a Hesekê vekirin.
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nexweşxaneya Şehîd Tekîn Goyî û Klînîkên Şehîd Qehreman li Taxa Xiwêran a Hesekê vekirin. Her du navend dê xizmetên bijîşkî û tenduristî ji endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn pêşkeş bikin.
Di nexweşxaneyê de beşên tava X-Ray, panorama, taqîgeh, klînîkên dil, toşpî (glanda), nexweşiyên hundirîn, lezgîn, çavdêriya giran û emeliyatan hene.
Di merasîma vekirinê de hevseroketiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Rûspiyan a Hesekê, Heyva Sor a Kurd, Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.