Newroz mizgîniya biharê û ruhê azadiyê ye
Hîlal Goyî

Dayê îro Newroz e, dilê me zindî û bi coş e.
Newroz nûjenî ye, roja nû ye, zayîn e, rojbûn e.
Newroz navê xweşî ye û şêrîn e.
Dema dibêjin “Newroz”, dilê mirov lê dide
Bi lez şad dibe û bi kelecan dibe.
Newroz cejna biharê ye, geşbûna eşqa azadiyê ye.
Dema dibêjin “Newroz”, îradeya gelê berxwedêr tê ber çavên mirov, dibe serhildan û serketin.
Newroz agirê ronahiyê, çirûska hêviyê ye.
Newroz evîneke bêdawî ye, ruhê çanda civaka Kurdistanê ye.
Newroz kombûna li dora agir e, girtina destê xwişk û biratiyê ye.
Dayê îro Newroz e, hepriya xwe ya spî li serê xwe girê de, bi ser keziyên xwe de berde.
Li xwe bike cil û bergên Kurdî.
Çiqasî li bejna te tê weke şitla bişengê.
Bimeşe bila cîhan biheje.
Ev e jina Kurd, çiqas bedew û serbilind e.
Êdî li şûna çavên bi girî, wê bibiriqin ew çav li ser rûyên bi ken.
Di nav hinarokên dêm û çavan de wê bipişkivin gulên jiyanê.
Dayê vaye çiyayê Qendîl ê gerîlayên Kurdistanê lê dimînin.
Bi cil û berxên Botanî Newrozê dixemilînin.
Bi Qendîla xwe serberz in. Li ber lingên wan rûyê erdê dilerize.
Bavo tu jî şal û şapik girê bide û şelemaya Colemergî li bejna xwe ya delal bipêçe.
Dakeve meydanê, vaye agirê Newrozê bilind bû li çiyayên Kurdistanê.
Dayik û bav, gerîla û şervan ketine govendê, bi coş û heyecan in.
Dimeşin qefle bi qefle, berê xwe didin Qendîla rengîn û Ameda paytext.
Hinek jî berê xwe didin Rihayê, axa pîroz gundê Amarayê.
Silavê didin Kobanêya bûye sembola berxwedanê.
Newroza 2026’an Newroza Rêbertiya Azad Kurdistana Azad e.
Vaye agirê Newrozê geş dibe li serê çiyayan, deşt û zozanan.
Wê bi têkoşerên azadî û heqîqetê re ser bi kevin; dagirker û Dehaqên demê têk biçin.
Newroz li we dilsozên Newrozê pîroz be.




