NEWROZ CEJNA AZADIYÊ YE!

Cûdî Cizîr

Di dîroka jiyana hemû gelên kevnar de behsa gelek qewimîn, bûyer û serpêhatiyên efsanewî-mîtolojîk  têne kirin. Piştî ku di nav mirovahiyê de pêşketinên şaristanî û civakî pêş dikevin, efsane û serpêhatiyên ku di dîrokê de qewimîne bêhtir dibin mijara guftûgoyan.

Gava mirov behsa Mezopotamyayê dike ku ew bi xwe li çerxa atlasê prensesa sirûşt û jiyanê ye û her wiha dergûşa şaristaniyê ye. Gelê kurd jî weke hemû gelên kevnar li ser dilê vê xakê jiyaye. Bi taybetî di nav gelê Kurd de efsaneya herî girîng û balkêş û bi nav û deng a Kawayê Hesinkar û Dehaq e. Kawayê Hesinkar di nav gelê Kurd de bûye sembola lehengî, berxwedan û serhildanê.

Bi hezaran salan e ku li ser Mezopotamyayê timî talan, ceng û şer hatine kirin. Di dîrokê de gelek hêzên deshilatdar ên wekî Hitît, Bîzansî, Moxol, her wiha osmaniyan û gelekên din heta roja îro ji bo deshilatdariyê timî êrîşî vê erdnîgariyê kirine û ji xwe re kirine qada qirkirin û komkujiyan. Her çi qas dîrokzanan der barê vê serpêhatiya Kawayê Hesinkar de ka kengî qewimiye bi rengeke zelal diyar nekiribin jî, lê timî tê gotin ku B.Z di salên 612’an de ji dema desthilatdariya Împaratoriya Medan heta roja îro tê. Wisa tê zanîn ku Kawayê Hesinkar li hemberî zilma qralê Asur Dehaqê zalim serî hildaye û di 21’ê Adarê de bi kuştina Dehaq desthilatdariya wî bi dawî aniye û gelê xwe gihandiye azadî û serfiraziyê. Ji wê rojê ta îro ev roj weke Newroz ango Roja Nû hatiye binavkirin.

Di nav gelên Arî de jî ev rojeke pîroz e û vê rojê weke cejna biharê pêşwazî dikin. Gelê Kurd jî vê rojê weke cejna azadî û serfiraziyê pîroz dike. Lê mixabin her tim dijminên Kurdan ên dagirker û nîjadperest li hemberî azadiya gelê Kurd bûne asteng û nexwestine bi azadiya xwe şad bibe. Lê her tim li hemberî vê zordestî û nîjadperestiyê bi rihê berxwedan û serhildanê gelê Kurd ti carî nehiştiye ku agirê serhildana Kawayê Hesinkar vemire.

Yên mîna lehengên berxwedanê; Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan bi agirê bedena xwe gelek Dehaq şewitandine û agirê serhildana azadiyê geş û bilind kirine. Bi vê girêdanê her tim em dibêjin, di kesayetiya hemû pakrewan û lehengên tekoşînê de Newroz cejna berxwedan, serhildan û azadiyê ye. Ji bo gelê Kurd cejneke gelekî pak û pîroz e.  Ji dema ku Kawayê Hesinkar ev roja pîroz diyarî gelê xwe kiriye û heta niha, nav û dengê lehengiya Kawa di dilê gelê Kurd de deng vedaye.

Kesên azadîxwaz, niştimanperwer, şoreşger, milîtanên Apoyî  pişta xwe dispêrin dîroka xwe ya kevnar, ya bi lehengiya Kawayê Hesinkar û Rêber Apo. Her kes di rastiya hizrê Rêber Apo de azadiya xwe, rizgariya xwe, ronahîbûna xwe, mezinbûyîn û bihêzbûna xwe dibîne. Ev dihêle ku girêdayîneke pir xurt bi Rêber Apo re derbikeve holê. Gelê Kurd vê hebûna gerdûnî ya heqîqeta Rêber Apo ji bo xwe mîna kevneşopiyek a çandî dihesibîne û pîroz dike.

Ji nav gelan, pir kesên rewşenbîr, nivîskar û hunermend li ser lehengên gelê xwe gelek helbest, destan, roman, wêne û peyker afirandine. Bi rastî gava mirov li serpêhatiya Efsaneya Kawa dinêre ji aliyê dîrokî, civakî, birdozî, ramanî û lehengiyê ve watedarî û balkêşiyeke bi heybet di naveroka vê serpêhatiyê de tê dîtin û xeyalên mirovan matmayî dimînin.

Di meha Adarê de rojên gelek bi wate hene. Rojên naskirina çand, dab û nêrîtan e. Rojên pê serwextbûna dîrokê ne. Rojên hêvî û berxwedaniyan e. Rojên bi hevpariya gelan re biharbûna azadiya jinê ne. Rojên ku serhildanên Kurd gihiştine lûtkeya xwe ne. Ji lewra gelê Kurd bi coşek mezin bila tevlîbûna xwe ji Newrozê re xurt bike. Hemû reng, hemû deng mîna azadiya xwe îlan bikin hebûna xwe didin diyarkirin. Cejna herî pîroz a gelê Kurd “Newroz” jî bi rengê hatina biharê vedibêje. Hatina biharê ji bo gelê Kurd tê wateya berdewamkirina jiyana azad. Newroza 2026’an wê ji gelê Kurd re çareserî bîne, wê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo. Bi vê munasebetê ez Newroza Rêber Apo û hemû hevrêyên xwe pîroz dikim. Newroz pîroz be!..

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button