NÊRÎNEKE AZAD

Cûdî Cizîr

Çima weke ji hundirê mirov tê mirov nikare bijî? Mirov çima nikare hizirandin û tiştên di nav de ne parve bike? Roj, şev, xwarin, vexwarin, axaftin, parvekirin, mirin, jiyan, çek, kulîlk, hevaltî, civak û jiyan bi giştî wateyeke çawa digire? Mirov hebûnek dihizire û hîs dike ye. Yanî mirov dikare bibêje   hizirandin û hestên nayên parvekirin di nav robarê demê de mahkûmî rizandinê ye. Ji lewra mirov hebûnek balkêş e. Gelek caran mirov nizane hizirandin û hestên xwe çawa pênase bike. Lewma bûyîna  şervanek azadiyê û gelekî têkoşer ne hêsan e! Kesayet û hestek şahane pêwîst dike. Mînak, gelo mirovên bêhêvî, bêfelsefe û bêeşq dijîn hene? Ya rastî mirov  naxwaze bersivê bide vê pirsê. Ji ber  bêhêvî jiyan nabe. Jiyan bi tiştên ecêb û surprîzan dagirtiye.

Pêşeroj û paşeroja her mirovî heye. Hêvî dîroka mirovahiyê ye. Ango hêvî ji bo mirov felsefeya jiyan û eşqê ye. Em ji her demê bêhtir bi hêvî ne  û nêzî azadiyê ne. Bûyîna şopdarê fedaiyên bi hêviyê xwe xwedî dikin, ji bo me yek ji wezîfeyên herî mezin û pîroz e. Mirovên bi hezkirin jiyanê dijîn mirovên herî kêfxweş in. Ji ber di  mirovan de hestên jan, keser, kelecan, xemgînî, kêfxweş û hwd. hene. Mirov dizanin bi zehmetiyan jî bijîn. Helbet mirov her tiştên dijî nikare bîne ser ziman an jî bi nivîsandinê îfade bike. Ji ber jiyan bi hemû rastiyên xwe û hebûna xwe heye. Lê belê  mirov dikare bi nivîsandinê zora mirinê bibe û her tiştên rû dane bike malê dîrokê.

Mirov ji bo hinek xeyal û armancan dijî. Jiyan ji bo me şoreşgeran wateyek xwe ya cuda heye. Em ji rêzê nêzî jiyanê nabin. Ji bo em jiyanê xweşik û azad bikin em di nav lêgêrîn û têkoşîna wê de ne. Lêgerînên me yên jiyanê ji bo avakirina pêşerojeke azad e. Xeyal û hêviyên me azadiya Rêbertî û gelê Kurd e. Ji bo em bigihin van armanc û xeyalên xwe divê em zehmetiyan bidin ber çavan. Mînak yên di ruh de aîdiyeta xwe winda nekin û di hişê xwe de ûtopyayên azadiyê xurt dikin, wê di deryaya têkoşînê de bibin dilopeke wateyê. Jiyan, mirovan fêrî gelek tiştan dike. Bi taybet dema ev jiyan bi zehmetî, zorî û hevaltiya xwe bi rê ve biçe wê xwe li ser vî bingehî bi rê ve bibe û jiyanê ber bi armencê ve bibe. Ev jî tê wetaya ne jiyaneke ji rêzê jiyaneke bi wate a azad.

Têkoşîna me rastiyeke ku mohra xwe li pêşketinên girîng û dîrokî daye. Her şehîdek têkoşîna azadiyê bêmirin e, ronahiya jiyana gelê me, şanaziya pêşeroja me ye. Heke em dîrokekê em nas bikin û bipejirînin, tenê dîroka şehîdên me yên leheng e ku canê xwe ji bo azadiya xak û gelê me feda kirin. her hevrêyek me di şêwazê xwe yê tevlîbûna têkoşînê û sekna xwe ya jiyanê de, esasên stratejîk û rêgezên Birdoziya Rizgariya Jin bi zanistiyeke kûr temsîl kirine. Zarokên bê welat, ji zimanê dayikê û nasnameya xwe bêpar in û mîna mirî ji dayîk dibin. Em zarokên ku mirî hatin dinyayê ne. Ji bo vê lazim e em li her qada jiyanê xwe bigihînin kesayeteke serketî da ku zarok êdî mirî neyên dinyayê.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button