Nêrînek têkildarî rewşa heyî

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz…

Ez weke gaziyekî şer li ser rewşa gelê me yê Rojava dihizirim û gelek mijar di serê min re derbas dibin. Em hemû jî dizanin ku Rêber Apo qala mijara entegrasyona demokratîk dike û dibêje ku entegrasyon her çiqasî  weke asîmîlasyon tê fêmkirin jî tekez divê were zanîn ku ev her du têgeh ji hev cuda ne. Eger yek ji wan bi dare zorê tê kirin weke asîmlasyonê, din jî bi dilxwehî çêdibe. Nave wê her çi dibe jî entegrasyon, cewhera wê bi hevrebûna bi dilê xwe ye.

Ez jî wiha fêm dikim ger em bixwazin bi gelê Tirk, Ereb û Fars re wekhev û azad bijîn, ev entegrasyon tê çêkirin. Heke em nexwazin wê careke din entegrasyon vegere asîmîlasyonê yanî wê hêza li hember hewl bide ku bi xweşî me di nava xwe de bihilîne. Eger nebû jî wê bi darê zorê weke her carê me di nav xwe de biçewisîne û sertewandinê li ser me ferz bike. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, her kîjan gel li gel ên din yan jî li gel kîjan dewletê pêvajoya entegrasyona demokratîk çêbike wê wiha li wan were.

Mirov dikare wiha jî şîrove bike, di navbera asîmîlasyonê û entegrasyonê de peyva demokrasiyê heye. Tişta  dewlet ji bîr ve dikin têgeha demokrasî ye. Lê pir xweş diyar dibe ku dewleta Tirk û hikûmeta Colanî têgeha demokrasiyê li cem xwe nerm dikin û hewl didin ji hole rakin. Jixwe eger demokrasî ji holê rabe wê tiştek nemîne. Wê hemû hewldan û pêvajoya çareseriyê badilhewa biçe.  Her kes wê vegere adetên xwe yên berê.

Lê pêwîst e her kes û em jî di navê de zanibin ku her tişt wê venegere weke berê. Vê care wê gel qebûl nekin û wê amade nebin ku sedsaleke din jî şer, pevçûn û kuştinê bijîn. Di serî de gelê Kurd û paşî gelê Tirk, Ereb û Fars jî di navê de wê şer qebûl nekin. Dibe ku niha gelê Tirk û gelê Ereb bêdeng xuya dikin, lê tekez wê di rewşên destpêkirina şer de îsyan bikin û qet hazir nînin ku bibin qurbanê rayedarên şerxwaz. Tişta herî rast û erênî jî ew e ku rayedarên Tirk, Ereb û Fars li xwe vegerin,  entegrasyonê fêm bikin û pêdiviyên wê pêk bînin.

Hewce ye rayedarên dewleta Tirk zagonan bi berfirehî nîqaş bikin.  Gotina Devlet Bahçelî ya bi awayê, hîn dem li pêşiya me dirêj e, wê bibe xwe xapandin. Weke em hemû jî dizanin li holê hêzên sermayeparêz û tundrew hene û siyaset valahiyê qebûl nake. Ji ber wê divê rayedarên dewletê destê xwe leztir bikin, li benda serê Îranê nemînin û gavên zagonî bavêjin. Ji bo hikûmeta Şamê jî hakeza gelek dem derbas bûye. Eger êsîran nedin wê gel îsyan bike. Jixwe nedana êsîran jî te wateya hemû êsîr bi rengekî hovane û tundrew şehîd kirine.

Mijara YPJ’ê jî ji bo me Kurdan, Tevgera Azadiyê û nexasim jî gelê Rojava gelekî girîng e. Ji ber pêşengên şoreşa Rojava jin in. Yanî Yekîneyên Parastina Jin bûn. Jinan bi dilêrî şerekî bi qehremanî û lehengî kirin. Niha jî bi heke bi rehetî were gotin ku jin di nav artêşê de ne pêwîst in, wê dunya xerab bibe û neheqiyeke pir mezin e. Ev jî qet nayê qebûl kirin.

Li gorî nêrîna min eger HTŞ jinan di nav artêşa xwe de qebûl nake, ew tiştekî din e. Jixwe hişmendiya wan pir zelal xuya dike û fermandarên wan silava dest jî nadin jinan. Lê em weke netewe û şoreş cuda ne. Entegrason jî çarçoveya xwe wiha ye û xweseriya me ya herêmê heye. Em nikarin têkevin qalib û hişmendiya wan. Ew jî divê vê qebûl bikin. Jixwe mayîna jinan di nava artêşê de wê xeta şoreşgerî biparêze û bibe serkeftinê. HTŞ ji jinan û pêşveçûna wan ditirse. Lê tekez wê jin ji ya xwe venegerin û pêwîst e hikûmet jî li gorî wê tevbigere. Divê rayedarên hikûmeta Şamê mafên Kurdan nas bike. Sûriyê ji bo me welatê hevbeş e.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button