Nameya şervana Ereb Bêrîvan a ji Rêbertiyê re

Di destpêkê de û beriya her tiştî ez dibêjim, Rêberê min ez bi rêzdarî, hezkirin û bêrîkirinê we hembêz dikim, ji dil û can we silav dikim.

Rêberê min ez weke jineke ciwan û Ereb bi bîr û baweriya bi fikir û ramanên w beşdarî nav Tevgera Azadiyê bûme. Ez di nava hewldaneke mezin de me ku bibim Apociyeke xurt.

Em her tim li benda hatina we ne û dibêjin, “Wê kengî Rêberê me were û çavên me rohnî bike.” Rêberê min em li ser fikir, bîrdozî û felsefeya we xwe perwerde dikin. Armanca me ew e em xwe bigihînin pîvanên jina zana û azad.

Her çiqasî pirsgirêkên me hene jî, hewldana me pir xurt e em xwe ji kêmasiyan xelas bikin, bibin xwedî biryar û vîneke mezin. Rêberê min we gelek caran gotiye ku hûn weke jin gelek êşan dikişînin û divê tevî vê jî  hewldanên we yên ji bo jiyaneke azad gelekî  xurt bin. Em jî li ser vî esasî xwe amade dikin. Em  kesayetên xwe di  perwerdeyê de digirin dest, xwe lêpirsîn dikin da ku em gavên xurt biavêjin.

Rêberê min îro jî weke hevaleke Ereb dema di nav pergalê de dijiyam, ji hişmendiya sermayedar bandor dibûm. Haya min ji ti tiştekî tine bû.

Lê dema ez tevlî Tevgera Azadiyê bûm û min hinekî xwe nas kir, ez ketim fikra ku çawa di nav wê pergalê de dijiyam. Min fêm kir mirov di nav pergala sermayedar de  kole ye. Lewma ez ketim nav hewldana rastiya xwe hîn baştir fêm bikim û xwe ji hişmendiya pergala desthilatdar xelas bikim.

Rêberê min bi naskirina kesayeta we, fikir û felsefa we ya kûr, ez haj li xwe bûm û mîna çavên min nû li cîhanê vebûne. Piştî naskirina we min ji xwe re got ku eger ez pirtûkên Rêbertî dixwînim naxwe divê ez wan jiyanî bikim. Bi hevalên derdora xwe re jî mijûl bibim û wijdanî nêzîk bibim.

Rêberê min weke jineke Ereb di nava şoreşa we ava kiriye de cihê xwe digirim. Weke hemû heval û hogirên xwe ez soz didim ji bo azadiya we ya fizîkî misoger bikim 24 saetan têkoşîn bikim. We ji me re rêyeke bi wate vekir. Em ê jî deynên xwe bidin. Ez ê ji bo azadiya jin û civakê jî heya hênasa xwe ya dawiyê têkoşîn bikim. Careke din ez silav û hezkirin xwe ji we re dişînim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button