Meşa jinan banga pêkanîna aştiyê ye

Leyla Amûdê

Jinên Kurd ji xwe bawer û bi serbilindî ketin rê û dest bi çalakiya xwe kirin. Daxwaza jinan a ji bo azadiyê berê wan ji paytexta Kurdistanê da paytexta Tirkiyeyê, Enqere. Bi wêrekî û kelecan gihiştin Enqereyê. Bi çepik, tilîlî û dirûşman derbasî Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bûn. Ji dirûşmên ean a herî bi bandor, “Bijî Serok Apo” bû. Jinên çalakvan weke mertalên zindî, ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk têkoşîn dikin. Meşa wan jî bi dirûşma, “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” bû. Meşa wan jinên dilêr bandora  xwe li her deverê kir û da nîşandan bê jin çiqasî xwedî rolekî diyarker in.

Peyama jinên çalakvan di nav xwe de lêgerîna jiyana wekhev û azad îfade dike. Di heman demê de dibe banga xwişk û biratiya gelan. Jinên azadîxwaz meşa xwe ya ji Amedê ber bi Engereyê ve  1’ê Cotmehê dan destpêkirin û dirûşma wan jî gelekî watedar bû. Mirov dikare bibêje ku jinan di nav dirûşma xwe de gelek wate dihewandin. Bi kelecan, bîr û bawerî meşa xwe bi dawî kirin. Her wiha çalakbûna jinan tesîra xwe li tevahî jinên herêmê kir û civak jî şiyar kir. Meşa wan jinên wêrek  ji her kesî re bû banga rabûna ser piyan û destê xwe xistina bin kevir.

Di heman demê de çalakiya jinan ji bo wan komên hewl didin pêvajoyê sabote bikin re jî bû weke çemaqekê û li bin guhê wan ket. Her dem divê çalakiyên wiha bi bandor werin kirin ku destê Rêber Apo xurt bikin û planên komên çete vala derxînin.

Îro jî komên qatilên kastîk hene û her li pey xetimîna pêvajoya aştiyê ne. Dibe ku ew kom li ber çavan diyar nebin, lê teqez ew kom yan jî baskên wan ên veşartî hene. Di her serdemê de ew komên xêrnexwaz çêbûne bi eslê  xwe Tirk in jî. Di pêvajoyên wiha hesas de dikevin dewrê. Ezmûnên dewleta Tirk di vî warî de pir in.

Rêber Apo sala 1993’yan jî  banga çareseriya demokratîk dike. Wê demêSerokkomar Tûrgût Ozal bû. Lê mixabin wê demê jî wan komên veşartî pêvajoya sabote dikirin. Eger em werin rastiyê gumanên me weke gel Li hemberî dewleta Tirk hene û ev jî sedemên xwe hene.  Weke mînak, gelo her rojek-du rojan çi karê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Sûriyeyê hen? Ma karê wan ji derveyî hatina Sûriyeyê tineye? Ev çûn û hatina wan tenê bi serê xwe gumanên pir mezin di mirovan de dide çêkirin.

Eger ev cihê gumanan nebe wê cihê çi be? Bi rastî mirov çavên xwe girê bide jî dibîne û têkiliyên dewleta Tirk û HTŞ’ê êdî bûye mîna rim di çewal de nikare bê veşartin. Pêwîst e dewleta Tirk haj van rastiyan hebe . Wê ti feydeya Tirkiyeyê ji tevheviya li Sûriyeyê nebe. Eger dewleta Tirk hewl dide careke din xaka Sûriyeyê weke serdema Osmaniyan dagir bike, wê demê mijar cuda dibe. Tekez ev rewş wê ji Tirkiyê re xeteriyan bîne. Ji ber wê xelkên Sûriyeyê weke serdemên berê xaka xwe bi hesanî radestî Tirkiyeyê nekin. HTŞ tiştek e û gelên Sûriyeyê jî tiştekî din in. Yên xwediyê welat gelên Sûriyeyê ne.

Divê HTŞ jî xwe nexapîne, teserûfê li ser xaka Sûriyeyê neke û xwe neke şûna Beşarê gêjik û xwe radestî dewleta Tirk neke. Gelên Sûriyeyê ji salên dirêj ve di nava şer û gengeşeyan de ne û gelekî jî westiyane.  Li aramî û wekheviyê digerin. Eger Colanî dixwaze bibe serok bi heq û heqîqî, divê gelê xwe biparêze, ji bo feydeya wan jehr be jî vexwe.  Pêwîst e hemû serok, Rêber Apo ji xwe re mînak bigirin û xwe sererast bikin. Rêber Apo 52 sal in ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk têkoşîn dike.  Niha jî amade ye canê xwe ji bo çareseriyê feda bike. Bi dehê caran ji dewletê re gotiye, “Eger ez li pêşiya çareseriya demokratîk û aştiyê kelem bim, hûn dikarin min darvekin. Lê pêwîst e hûn pirsgirêka gelan bi rêbazên çareseriya aştî û demokratîk ji bingeh de çareser bikin.”

Rêber Abdullah Ocalan bi van çend hevokan hewl da ku heqîqeta dîrokî ya gihiştiyê bi dewletên Kurdistan dagir kirine bide fêmkirin ku dema şer û pevçûnan qediyaye, serdema çareseriya aştî û civaka demokratîk dest pê kiriye. Hewce ye her kes perspektîfên Rêber Apo ji xwe re bike bingeh, li ser lêhûrbûn bike. Silavên Rêber Apo ji jinên çalakvan re pir xurt bûn. Pêwîst e em hemû jî wê silavan weke perspektîf ji xwe re bigirin û li gorî wê çalak bibin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button