Meha Şehîdan: Gulan

Selena Dêrik

Gulan meha şehîdan e. Gelek pêşeng û kesayetên şoreşger ên Kurd, Ereb û Tirk di vê mehê de şehîd bûne. Lewma Tevgera Azadiyê meha Gulanê weke meha şehîdan îlan kiriye.

Zîhniyeta dagirker a Tirkperest bi salan e ji bo karibe xwe bide jiyîn gelan qetil dike. 6’ê Gulana 1916’an û beriya wê jî Rêveberiya Îttîhad û Teraqî bi dehan rewşenbîr û şoreşgerên Ereb qetil kirin. Lewma şoreşgerên Ereb 6’ê Gulanê weke Roja Şehîdan îlan kirine. Di salvegereke nû ya vê komkujiyê de em tevahî şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Tevgera Azadiyê di roja me ya îro de bîranîna van lehengan di têkoşîna Rojhilata Navîn a demokratîk de didin jiyîn. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ser bingehê tifaqa Kurd, Ereb û gelên din ên azadîxwaz ava bû û pêş dikeve.

Di salên 1970’an de li Tirkiyeyê ku hevkar û nokerên pergala kapîtalîst li hemberî şoreşgerên Tirkiyeyê dest bi şerekî mezin kiribûn tevayî hewldan ji bo şikandina hêvî û bendewariyên jiyaneke wekhev û adil bû. Pergala kapîtalîst, li tevayî cîhanê bi awayekî hovane û weke cinawirekî birçî, êrîş dike, ji bo xwe qadên nû yên jiyan û tehekkûmê ava dike. Lewma bêtehemmûl e li hemberî mirov û şoreşgerên alîgirên civaknasî, sosyalîzm, wekhevî û azadiyê. Çawa li gelek welatan bi her cureyî destek dide desthilatdarên alîgir û hevkar; li Tirkiyeyê jî heman argumanan bi kar tîne, li hemberî rêwiyên rûmetê.

Pêşengên tevgerên şoreşger tên girtin, rastî êşkence û pêkutiyên bêexlaqî û dijmirovatiyê tên. Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan 6’ê Gulana 1972’yan tên îdamkirin. Rêbaz û polîtîkayên qirêj, di asta herî jor de di meriyetê de ne.

Piştî şehadeta wan pêşengan ku êdî di piraniya mirovan de taqeta têkoşîn û berxwedanê nemabû, Rêber Apo ji bo dilsoziya bîranîna bi Denîzan re têkoşîneke ku wê ti hêz nikaribin ji holê rakin û têk bibin, pêş dixe. Rêber Apo ku digot, “Dirûşmaya Rêberê THKO Denîz Gezmîş a ji bo azadî û biratiya gelê Kurd-Tirk li ber sêdarê peyamek bû ya diviyabû mirov her tim pêve dilsoz ba” mizgîniya têkoşîneke mezin bû.

Dewleta dagirker, 18’ê Gulana 1977’an hevalê herî nêzî Rêber Apo Hakî Karer qetil dike. Armanc, astengkirina ketina Tevgera Apoyî ya Kurdistanê ye û di heman demê de yekîtiya gelê Kurd û Tirk a di Tevgera Apoyî de temsîla xwe dibîne derbekirin bû.

Rêber Apo çawa ji bo dilsoziya bîranîna Denîzan têkoşîn bilind kir, dema Heval Hakî tê qetilkirin jî bi damezirandina PKK’ê re bersiveke mezin dide dagirkeriyê. Rêber Apo di her gava dijmin a bi mebesta tinekirinê de, pêngav û hemleyên layiqê şehîdan pêş dixe.

Di têkoşîn û şoreşa Kurdistanê de meha gulanê wek Meha Şehîdan û 18’ê Gulanê jî weke Roja Şehîdan her sal tê pêşwazîkirin. Di vê meh û rojê de tesîra hewa û atmosfereke pir cuda di nav gelê Kurd de peyda dibe. Ligel wê kêfxweşî û şadiya ku al û têkoşîna wan şoreşgeran li erdê nemaye, heye. Her diçe bi felsefe û ramanên Rêbertî armanc û hêviyên şehîdan bi azadiyê tên tacîdarkirin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button