Malbata şehîd Azadî gaziyên şer ziyaret kir

Malbata şehîd Azadî gaziyên şer ziyaret kirin û gotin, “Azadî şehîda tevahiya gelan e. Em weke malbat bi şehîda xwe serbilind in.”
Ferdên malbata yek ji rêvebera Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Azadî Helebçe serdana gaziyên şer ên herêma Şedadê kirin.
Malbat ji aliyê gaziyên şer ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê gaziyan Şerker Semedar bixêrhatina malbatê kir û got, “Hevala Azadî weke gaziyeke şer û rêvebera me bi îrade û baweriyeke mezin ji bo azadiya gelan têkoşîn kir. Weke hevrêyên şehîd Azadî em soz didin al û têkoşîna wê bigihînin serketinê.”
Ferdên malbatê jî anîn ziman ku xwişk û hevala wan Azadî di rêyeke bi rûmet de şehîd bû û gotin, “Me bi dîtina hevrêyên şehîd Azadî moral girt. Azadî şehîda tevahiya gelan e. Em weke malbat bi şehîd Azadî serbilind in.”




