Li ser rewşa jêre ‘civaka zayendperest’ tê gotin analîzek – Beşê 1
Asya Weşûkanî
Pergala mêrperest a temenê xwe 5 hezar sal derbas kiriye hîn jî bi her awayî hukmê xwe li ser jin û civakê berdewam dike. Di hişê mirovahiyê de xwe weke ahtepotekê serwer dike. Jin û civak di nava pencên xwe de zeft girtiye û wan diçewisîne. Tekez divê were zanîn ku di şexsê jinê de tevahî civakê jî dike kole, jiyanê li wan reş û tarî dike. Tevî 5 hezar sal di ser wê hişmendiya desthilatdar re derbas bûye jî bi hemû tundiya xwe li ser civakê serweriya xwe didomîne. Weke makîneyekê mirovan di nav çerxa xwe de dihêre, dixe nava qaliban û zincîrên koletiyê. Di vê mijarê de Rêber Apo diyar dike ku em di destpêka dîrokê de, dîrok jî di roja me de veşartiye. Her tişta ji destpêka dîrokê ve bi destê, mêrê serwer hatiye serê jinê tekez heya roja me ya niha jî domdar e. Dema mirov temaşeyî rewşa jin û civakê dike pir bi zelalî dibîne bê çawa jin û di şexsê jinê de jî civak hatiye çewisandin. Bi rastî hişmendiya mêrê serwer bi hemû giraniya xwe berdewam dike. Bûye sedema tevahî êş û azarên jin û civakê. Dîsa em îro dibînin ku jin û civak heman êş û azaran dikişînin, di nav kaoseke mezin de dijîn.
Rojan e di bin zext û zora pergala tundrew de jin û civak, pîroziya xwe ya resen winda dike, di nav tarîtiyê de êsîr tê girtin û bêdengkirin. Weke em li pêş çavên xwe dibînin her kesa\ê dengê xwe bilind dike, doza rastî û azadiyê dike tên çewisandin. Bi rastî ji jiyana mirov têde hênaseyeke azad nekişîne meriv nikare bêje jiyan. Jixwe mirovahî niha di lûtkeya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye. Her kes rastiya vî şerê tundrew ji rêzê nabîne, lê xwe bêdeng dike. Di rastiya vî şerê global de pir rewşên sosret û dermirovî jî rû didin. Ji hêla hêzên navendî yên desthilatdar ve ev rewş tên pişguhkirin. Mirov carinan temaşe dike û dibêje ma eger mirov di dinyayê de nebana wê dinya bi xwezaya xwe hîn bedewtir û aramtir nebûya? Bi rastî mirov bi ferdperestî û navendîbûna xwe bûye bela serê xwezayê û tevahiya zindiyan. Hezkirina mirovan ji şexsê wan re û hezkirina wan a ji hukimkirin û desthilatdariyê re cîhan aniye van felaketan.
Der barê van mijaran de Rêber Apo di nirxandineke xwe de destnîşan dike ku jin ji mêr re hatiye kolekirin; mêr jî bûye koleyê ferdperestî û desthilatdariya xwe. Heke jin koleyê mêr be û mêr jî koleyê ferdperestî û desthilatdariya xwe be wey li halê jin û civaka mirovahiyê!.. Bi rastî mirovan bi hişmendiya xwe ya ferdperest û kiryarên xwe yên derexlaqî gerstêrka me ya biçûk xistine rewşeke hew tê tehemûlkirin û niha jî di nav xeteriyek pir mezin de ye. Hîn jî çavên mirovan yên birçî têr nebûne û li pey çûna ser heyvê ne. Hukimdaran dinya dagir kirine, lê qîma xwe bi vê nayînin, dixwazin asîman jî dagir bikin. Weke em tev jî dibînin her dewletekê li asîman ji xwe re qadek cihê kiriye û hesabên pêşerojê dikin. Lê tekez di vê mijarê de divê em neheqiyê li civakê nekin û ya din jî hewce ye haya me ji ferq û cudabûna di navbera ferd û civakê de hebe. Her çi qasî em dibêjin civaka zayendperest jî tekez sûcdar diyar in, lê hişmendiya xwe belavî tevahî ser civakê kirine, ji xwe re kirine şirîk û heval.
Navenda hişmendiya mêrperest jî dewleta netewe ye. Jixwe pergala 500 salên dawiyê temsîla xwe di sermayedariya navendî de dibîne û bi fermana wan dinya tevdigere. Mirov dikare ji bo vê mijarê wiha jî binirxîne û bibêje ku qedera jin û civakê ketiye destê zalim û desthilatdarên hov û dirinde. Naxwe tekez pêwîst e di destpêkê de jin û civak haj li vê rastiyê hebin, xwe pir baş bi rêxistin bikin da ku bi hostatî têkoşîna xwe bikin. Ji bo mirov rastiya dîroka gerdûnî fêm bike, tekez divê têkeve nava lêkolînek pir kûr. Ya din jî hewce ye ji mîrate û ezmûna mirovahiyê sûd werbigire, wan ji xwe re bike bingehê şoreşa jin a global. Nexasim jin û civak divê di nava hewldana guhertin û veguhertina vê hişmendiya desthilatdar de bin. Ji bo jin û civak hewldanên xwe bi encam bikin û bigihînin serkeftinê, tekez pêwîst e xwedî fikir û ramanên nûjen bin. Jixwe dema em li civaka Kurd û Ereb temaşe dikin, em pir zelal dibînin bê çi qasî şiyar bûne û ketine nav têkoşîneke bêhempa. Bêguman ev jî cihê hurmet û qîmetdayînê ye.
Bi rastî bi rojan e xelkên Kurd bi xwişk û birayên xwe yên Ereb, Suryan û Ermen re li ser bendava mirovahiyê (Tişrînê) li ber xwe didin, serê xwe ji tundrew û zaliman re natewînin. Mirov dikare di vê mijarê de wiha jî bibêje, ew pîvanên yekîtiya gelan û hêza wan a berxwedanê ye. Her wiha mirov dikare diyar bike ku bi vê berxwedanê re hatiye îspatkirin ku bi yekîtiya gelan wê dijminên tundrew û faşîst têk biçin û wê li hember vîna gelan serê xwe bitewînin.
Hêzên berxwedêr ên YPJ û QSD’ê careke din îspat kirin ku çawa çeteyên DAIŞ’ê li bajarê berxwedanê Kobanê bi bin xistin, tekez wê hêzên dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên wê bi bin bixin û ala serkeftinê bilind bikin. Îro vîna gelan li ser bendava Tişrînê tê temsîlkirin. Ligel vê em ketin sala dehemîn a salvegera rizgarkirina bajarê berxwedanê Kobanê, bajarê şehîdan. Bi vê wesîleyê em şehîdên qehreman bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî bîranîn û mezinahiya wan ditewînin, soza tolhildanê ji wan re nû dikin.
Em ji wan şêrejin û mêrxasan re dibêjin em li ser şopa we têkoşîn dikin û çawa we bi berxwedan û têkoşîna xwe bajarê rûmetê Kobanê rizgar kir, em ê jî bi îlhama têkoşîn û berxwedana we bendava Tişrînê biparêzin. Fermandar û şervanên wêrek û berxwedêr piştrast kirin ku vîna mirov di ser her hêz û teknolojiyê re ye. Ev di meydana şer de hate destnîşankirin. Ya din jî divê were zanîn yekîtiya jinên têkoşer îlham dane gelan ku yekîtiya xwe ya navneteweyî tekez bikin
Wê bidome…