Li ser felsefeyê û naskirina Kurdan çend gotin
Cîger Efrîn

Roja ku felsefe wekî mijûliya kesên bijare hate diyarkirin, derbeya mirinê xwar.
Di navbera kesên xwedî ezmûn û bêezmûn de bi tenê cudahiyek heye. Ew jî ezmûn e!
Lê ezmûn jî ne tiştekî hindik û sivik e. Berheviya keda salan e.
Mixabin, ezmûn ji bo gelek kesan bûye navgîna xwemezindîtin û ferzkirina serweriya xwe.
Kesayeta mirovên Kurd mîna welatê wan parçeparçe ye û bi ser de belawale ye.
Yên ku dixwazin Kurdan nas bikin, divê pêşiya pêşîn parçeyên belawela binas in. Ew jî karekî qet nehêsan e. Ji lewra zû bi zû kesek xwe nade ber!
Ji hêla dinya-alemê ve çemê Dicle û Firat tên nasîn. Lê best, kanî û robarên ku ew çem hêza herikîna xwe ji wan digirin û di hebûna xwe de deyndarên wan in kêm kes dinasin!
Dibêjin, ”Felsefe û zanist ji armancên xwe dûr ketine.” Rast e! Ji ber beriya wan bi du hezar salan desthilatdaran ol ango maka felsefe û zanistê ji rê derxistibûn!