Li Şengalê 12 lehengên rêveçûna dîrokê guhertin

Serbest Mêrdîn

Li xaka pîroz a Şengalê 3’ê Tebaxa 2014’an yek ji êrîş û komkujiyên herî hovane yên di dîroka mirovatiyê de rû dan. Bêgûman ev komkujî wer bi tesadufî çênebû. Çeteyên DAÎŞ’ê yên bi alîkariya dewletên dagirker li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ketibûn nav tevgerê xwestin xelkê me yê Êzidî bi temamî tine û îmha bikin. Ji ber her kes dizane ku Êzidî bi ziman, rêûresm û baweriya xwe nûnerên koka herî resen a Kurdîtiyê ne.

Di wan êrîşên bêbext ên 3’ê Têbaxê de zarok, jin, mêr, pîr û kal di nav de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û revandin. Ev komkujî bû lekeyeke reş a di dîroka mirovatiyê de ku wê qet neyê rakirin û jibîrkirin.

Li hember vê komkujiya 3’yê Tebaxê ya civaka me ya Êzidî weke  fermana 73. bi nav dike, gerîlayên HPG’ê ji çiyayên azad ber bi Şengalê ve ketin rê. Êdî bi vê mudaxeleyê re wê hesabpirsîneke mezin a dîrokî ya di navbera gelê Kurd û hêzên dagirker pêk hatiba.

12 gerîlayên azadiyê yên ji bo rêxistinkirina gel hatibûn herêmê, dema êrîşên çeteyan dest pê kirin, xwe gihandin çiyayê Şengalê û nehiştin çeteyên hov xwe bigihînin gel. Li hember çeteyan berxwedaneke bi heybet a dîrokî  nîşan dan.

Tu dibêjî qey di şexsê wan fedaiyên Apoyî de dîroka berxwedaniyê xwe dubare dikir. 12 siwariyên qehreman di pêşengiya Derwêşê Ebdê de çawa li hember dewleta Osmanî û alîgirên wê şer kirin, piştî bi salan vê carê jî li 12 gerîlayên leheng ên bi fikir û bîrdoziya Rêbertî xwe gurçûpêç kiribûn, li hember çeteyên hov ên ji heman zîhniyeta dagirkeriyê xwe xwedî dikirin, berxwedaneke bêhempa pêş xistin.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên li Iraq û Sûriyeyê bi rehetî diketin her cihî cara yekem bû ku rastî berxwedaneke wer hatin û ew ji bo çeteyan şikestina yekem bû.

12 gerîlayên azadiyê rêveçûna dîrokê guhertin. Bawerî, hêz û îradeya gelan qewîn kirin. Bi vê destana dîrokî ya li çiyayê Şengalê hat nivîsandin re hat piştrastkirin ku ti hêz nikare gerîla û şervanên Apoyî têk bibe.

Pêwîst e di her kêliya jiyanê de ew 12 lehengên qedera Rojhilata Navîn û Kurdistanê guhertin werin birînanîn û qehremaniya wan ji nifşan neqlî nifşan bibe.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button