Li kantona Firatê dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ deng veda
NAVENDA NÛÇEYAN
Bi hezaran welatiyên Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê daketin qadan. Girseya gel bi dirûşma “Berxwedan Jiyan e” piştgiriya xwe ya bi şervanên azadiyê re nîşan dan.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ku di nav wan de hejmareke zêde endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hebûn, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê meşiyan.
Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, Cîgira Hevserokên Meclîsa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn di axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li li ser bendava Tişrînê û konvoya gel ku duh ber bi bendavê ve diçû, şermezar kir. Mizginê di dewama axaftina xwe de banga xwedîderketina li şervanên azadiyê kir û diyar kir ku wê bi berxwedanê hemû êrîşan têk bibin.
Meş bi dirûşmên “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.