Li hemberî rewşa heyî divê em xwedî helwest bin
Gaziyê şer Çekdar Amed...

Em gelê Kurd ji şer hez nakin, lê her dema şer li ser me hatiye ferzkirin, ji bo parastina rûmeta xwe me li ber xwe daye. Em xwedî welatekî welê ne ku bi hezarê salan e rastî êrîşên ji derve tê. Ji ber dewlemendiya xwe ya sererd û binerd hêzên desthilatdar timî hewl dane welatê me dagir bikin, hemû berhem û nirxên me desteser bikin.
Hêzên hukim li ser welatê me kirine jî ziman, çand û hebûna gelê me înkar û qedexe kirine. Li hember van nêzîkatiyan Kurdan timî serî rakirine. Lê ji ber nebûna yekîtiyeke xurt têk çûne. Bi têkoşîna Rêber Apo ya ji her beşê civakê mirov tevlî bûn, gelê Kurd zêdetirî 50 salî ye, di nav berxwedaneke bi heybet de ye.
Îro ew têkoşîna mezin berhem û encamên girîng bi xwe re tîne. Gelê Kurd ê qet nedihat naskirin ji hêla hemû dewlet û hêzan ve muxatab tê girtin. Kurdan bi şerê xwe hebûna xwe dan îspatkirin.
Bêguman li beramberî vê têkoşîn û berxwedana bi heybet, noker û xayîn jî hene. Ji bo meslehetên xwe yên şexsî û malbatî bi dijminan re dixebitin.
Ev xayîn îro hewl didin Şoreşa Rojava ya bi xwîna bi hezaran şehîdan, bi berdêlên giran ên gaziyên şer ava bûye, reş bikin. Kesên ji bo Şoreşa Rojava heya niha tiliya wan bi xwîn nebûne, bi rêya medya civakî li hember rêveber û pêşengên Rojava antî-propagandayan dikin.
Hewce ye mirov kesên noker û xayîn qet qebûl neke, wan guhdar jî neke. Bi qasî helwesta me ya li hember neyaran, divê li dijî kes û komên xwefiroş jî em xwedî bertek bin. Li hemberî rewşa heyî divê em xwedî helwest bin.
Her wiha pêwîst e li hember her cure xerabiyan em xwedî sekn û bertekên şoreşgerî bin. Ji bo em karibin yekîtiya xwe xurt bikin, li hember her cure êrîş û neyîniyan divê em di nav berxwedanê de bin. Hewce ye destpêkê em xwe ji noker û xayînan xelas bikin. Ew kes bêguman hinek kesên dudil, nezan û cahil bandor dikin. Pêwîst e têkoşîna me ya li hember wan kesan xurt be.
Divê em ji wan re bibêjin ku em hene û hûn hew dikarin Kurdan, mirovên wêrek û fedakar reş bikin. Dem dema kar, xebat û têkoşînê ye. Ji bo em têkoşîna Rêber Apo bibin serkeftinê û azadiya Rêbertî ya fizîkî misoger bikin, divê ji her wextî zêdetir em bixebitin. Hewce ye were zanîn ku roj roja serkeftin û rizgariyê ye.




