‘Li hember qetilkirina Narînê em têkoşînê bilind bikin’

Çi mezin be çi biçûk be, di her bûyerekê de jin dibe qurbanî. Ji Kurdistanê heya Hindistanê timî jin dibin qurbanî û her cure destdirêjî li ser wan tê kirin. Di dawiyê de jî têne qetilkirin. Di bûyera Narîna biçûk a hat qetilkirin de, çi qebhet heye tenê hikûmeta AKP’ê û cerdevan dizanin. Duh Ceylan bû îro jî Narîn e. Kî dizane wê sibê kî be? Hovîtiyek pir dirinde di hişmendiya dewleta Tirk a faşîst heye. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bûyerên qetilkirina mirovan heye û heya ew hişmendiya desthilatdar a mêr hebe wê bûyerên bi awayî û bi taybet jî qetilkirina jinan “rewa” be.

Bi rastî di bin desthilatdariya dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan de bûyerên sosret dertên pêş û sedema xwe çetetiya hikûmetê bi xwe ye. Bûyera beriya du rojan derket pêş gelekî bi êş û jan bû. Bi rastî wijdanê mirovan li ser diêşe û mirov matmayî dimîne. Keça biçûk Narîn ku 19 roj bûn winda bû, duh cenazeyê wê hate dîtin. Li ser vê yekê li her devera Bakur jin rabûn ser piyan û dirûşmên jin, jiyan azadî bilind kirin, daxuyanî dan. Tişta derket holê ew bû ku apê keçikê tevî cerdevanekî zaroka keç birine û li ber avekê veşartine. Bi rastî di serê mirovan de gelek nakokî çêdibin û teqez bûyerên, sosret li pişt vê bûyera kuştinê hene.

Jixwe parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû ku dibêje ev malbat zêdetirî 40 sale dostê wan in, yanî ew jî çete ne û bûyer jî karekî navxweyî ye. Dibe ku apê keçikê tevî wî çeteyî destdirêjî li wê zarokê kiribin yan jî dibe ku Narîna bêguneh bûyerên wan ên cuda dîtibin û wan xwestiye xwe ji Narînê xelas bikin. Lê teqez divê were zanîn ku gîha di bin keviran de nayê veşartin û her wê rojekê rastî derkevin hole. Em wê destdirêjiya li ser wê keça nûhatî û bêguneh şermezar dikin û dibêjin, weke jin em zilm, zorî û destdirêjiyên li ser jin û civakê qebûl nakin. Helwesta me wê gelekî tund be.

Em weke gaziyên jin helwesta xwe bi kîn û nefreta li hemberî faşîzma AKP’ê û kiryarên wan ên li dijî gelê Kurd, gelan û jinan didin nîşandan û dibêjin, “Li hember hişmendiya zilamperest û qetilkirina jinan em ê têkoşîna xwe zêdetir pêş bixin. Em bang li tevahî jinan dikin û dibêjin, werin em tevahî jin û civak destê xwe bidin hev, dijminatî, kuştin û destdirêjiyê ji hole rakin. Têkoşînê di asta herî jor de bilind bikin.
Bimire faşîzm, bimire destdirêjî û kuştina jinan
Bimire hemû cure dijminatî û serdestî
Jin, jiyan azadî”

Gaziyên Jin ên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button