Kulîlkên Azadiyê: Sorxwîn û Azadî

Yadê Jiyan Kobanê

Cara destpêkê min şehîd Sorxwîn li herêma Firatê nas kir. Jixwe çawa min hevala Sorxwîn dît kete dilê min. Min xwe bi xwe re got ku wê tekez ji min fêm bike û bibe alîkar. Pêşî herî zêde, uslûbê wê pir bandor li ser min kir. Bi min re pir bû alîkar, hişt ez bi xwe bawer bim û têkoşîn bikim. Uslûbekî wê yê îqnakirin, qezenckirin û dana karkirinê hebû. Dema mirov bi hevala Sorxwîn re rûdinişt û pêre nîqaş dikir mirov xwe pir rehet hîs dikir û zehmetiyên xwe ji bîr dikir. Bi rastî jî mirov dikarîbû nêrînên xwe pir rehet bi hevala Sorxwîn re parve bike û rastiya xwe bîne ziman. Mirov çendî qala hevala Sorxwîn bike jî tekez wê têrker nebe. Ji ber kesayeta fermandar Sorxwîn pir cawaz bû.

Bi rastî mirov her hez dikir bi hevala Sorxwîn re rûne û sohbet bike.  Mirov jê bawerî digirt û kulên xwe ji bîr ve dikir. Hevala Sorxwîn xwedî ruhekî hevpar bû. Jixwe pir jî rûken û şêrîn bû. Dilnizm û xwezayî bû. Heval Sorxwîn pêşengek ji xwe bawer û bi hêz bû. Kesayetek bi hêz û bi heybet bû. Dema mirov pêre sohbet dikir, bêhna partîbûnê jê dihat. Fermandar Sorxwîn jineke xwedî sekneke Apoyî û zana bû. Bi rastî mirov jê hêz û qewet digirt. Hevala Sorxwîn tevî gelekî ked dida û dixebitî jî her digot, “Kêm e. Em hîn zêdetir kar bikin ji bo em şoreşa xwe zûtir bi ser bixin û Rêberê xwe di nav xwe de bibînin.” Ji ber wê sedemê jî ti caran di kar û xebatên xwe de îhmalkar nebû.

Tevî hevalek gazî bû jî, qet mirov ferq nedikir birîndar û gazî ye. Heya ku mirov pirs nekiriba wê qet qala gazîtiya xwe nedikir. Ti carî birîndarî li pêşiya xwe nedikir astengî û di jiyanê de timî zindî bû. Hevala Sorxwîn di şerê xwe de jî pir şareza û jêhatî bû. Hevaltiya hevala Sorxwîn pir xurt bû.

Hevala Azadî jî pir hêja û delal bû. Fermandar Azadî cihê xwe di rêveberiya federasyona gaziyan de digirt. Dema mirov heval Azadî didît kelecan, coş û hissiyatên wê pir bala mirovan dikişand. Pir jî xweşsohbet bû. Hevaleke bi heybet û delal bû. Pir jîr bû û qet li cihê xwe nedisekinî. Di karên xwe de pir ciddî û zelal bû. Mirov jê bandor dibû. Hevala Azadî jinek ji xwe bawer û fedakar bû. Dema bûyerek li pêş çavên wê çêbiba dizanîbû çawa çareser bike. Ji mirovan fêm dikir û dida fêmkirin. Jineke xwedî hêz û zana bû.

Min pir ji hevala Azadî hez dikir û pir jî qîmet didayê. Min hevala Azadî jî li herêma Firatê nas kir. Di destpêkê de tevger û nêzîkatiyên wê bala min kişand. Cara pêşî hema bi min re sohbet kir û got, “Rewşa te çawa ye, çima tu ew qasî bêdeng î? Paşê ez li cem rehet bûm û min pirsgirêka xwe ya malbatê pêre par vekir. Hevala Azadî bi min re bû alîkar, ez anîm saziyê û pir qîmet da min. Ez gelekî kêfxweş bûm ku min jinên leheng ên weke van hevalan nas kir û ez bi wan re mam.

Di nêzîkatiyên heval Sorxwîn û Azadî de tişta herî zêde bala mirov dikişand ew bû ku ti caran ferq û cudatî nedikirin nav hevalan. Her tim heval pêş dixistin. Dema pirsgirêkek hebûya yan jî wexta tiştekî şaş rû daba, bi nîqaş; rexne û mijûlbûnê çareser dikirin.

Her du heval jî pir bi berfirehî li pirsgirêkan meyze dikirin. Ji hevalên xwe re dibûn alîkar û li wan xwedî derdiketin. Hevala Sorxwîn û hevala Azadî bi kenê xwe jiyan pir xweş dikirin, reng didan jiyanê. Ji ber her tim rûyê wan bi ken bû, em jî bi xwe re rûken dikirin û me moral ji wan digirt. Kedek wan a pir mezin ji bo gel û hevalan çêbû. Piştî min heval Sorxwîn û heval Azadî nas kir, min di kesayeta xwe de jî guhertin ferq kir û bandora xwe li ser tevahî hevalan jî çêkirin. Bi rastî bi şehadeta her du hevalan em gelekî êşiyan û xembar bûn. Em weke heval û şagirtên wan li ser şop û rêya wan têkoşer in û em soz didin em ê tola wan li erdê nehêlin. Careke din em soza xwe ji wan re nû dikin û dibêjin, “Em sozdarên we ne û em ê tola we rakin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button