Kes nikare Roja me tarî bike
Arîn Koçer

Rêbertiyê me di şerê heqîqetê de nûnertiyê biryardariya hevaltiyê me dike. Bi dehan hevalên me yên şehîd li derdora Rêber Apo bedena xwe kirin xeleka agir. Bi vê wesîleya ez tevahî şehîdên me yên bi şîara “Hûn nikarin Roja me Tarî bikin” bedena xwe dan ber êgir bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê timî li ser esasê armanc û hêviyên şehîdên xwe bimeşin. Wê ti kes nikaribe Roja me tarî bike.
Bi sedan heta bi hezaran şehîdên leheng ên vê berxwedana ji heft heta heftê saliya xwe Kurd tevlî bûn hene. Ev xeleka ji agir e ku van lehengên dîrokî li dora Rêber Apo çêkirine û komploger kirine nav tirs û xofeke mezin. Vaye wiha yekîtiya berxwedana gel û Rêber Apo ya di asta herê bilind de pêk hat, bûye hêza bingehîn a komplo bi bin xistiye.
Bêguman yekane rêya valaderxistina Komploya Navneteweyî di avakirina neteweya demokratîk re derbas dibe. Niha di ketina saleke nû ya komployê û têkoşîna li hember komployê re de em hin zanînên bingehîn teze bikin wê bi feyde be.
Weke tê zanîn, Komploya Navneteweyî 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kiribû. 15’ê Sibata 1999’an Rêbertî ji Kenyayê hat revandin û biribûn Îmraliyê. Komploya Navneteweyî êrîşeke bi tevahî înkar û tinekirina hebûna Kurd dike armanc. Ev êrîşa xeter 28 sal in bi têkoşîneke lehengî vala tê derxistin.
Di vê têkoşînê de divê di serî de mirov berxwedana mezin a Rêber Apo bibîne. Rêbertî gotibû, “Parêznameyên min li kû derê bin ez li wir im.” Em ê bi rêya parêznameyên Rêbertî cîhanê ber bi ronahî ve bibin.
Rêbertî li Rojavayê Kurdistan û taybet jî li Sûriyeyê gelek kes û pêşeng perwerde kirin. Şoreşa Rojava ya îro bi berxwedana xwe cîhan hejandiye li ser bingehên van xebatên Rêber Apo ava bûye.
Ti mînakeke Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo hatiye pêşxistin tineye. Her wiha berxwedana li hember vê komployê jî bêmînak e. Têkoşîna li ser vî esasî pêş dikeve, bandorê li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya herêmê dike.
Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiya mirovan feda kir. Rêbertî gelên bindest ji nû ve kir xwedî hêvî. Bi banga 27’ê Sibata 2025’an a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re rê li ber merheleyeke nû vekir. Ji bo ev pêvajo bi serketinê tacîdar bibe, divê her kesên xwedî wijdan bikevin nav livûtevgerê.
Weke şagirtên Rêbertî bi biryardariya em îsal bikin azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê bi hemû berpirsiyartiyên xwe rabin. Li ser vî bingehî ez bang li hemû jin û ciwanan jî dikim ku bi ruhê berxwedana Rojava li her cihê lê ne têkoşîna ji bo azadiyê pêş bixin.




