‘Kes nikare herikîna vina azad asteng bike’
Arîn Koçer
Berxwedana Çileyê ya 1984’an a bi hemû heybeta xwe derbasî dîroka berxwedana zindanê ya Tevgera Azadiyê de bû, xeleka dawî bû ya pêvajoya berxwedanê ya bi Mazlûm, Xeyrî û Kemalan dest pê kiribû. Ji vî alî ve Berxwedana Çileyê ya 1984’an pratîka îspata gotina “Berxwedan Jiyan e” ya hevrê Mazlûm Dogan e.
Di tevahî seyra dîrokê de desthilat û mijokdaran rêbazên zîndanîkirina mirovan bi kar anîne û ji wê demê ve zindanîkirin her bûye amûra radestgirtina rûmet û kerameta mirovan. Her weke astengkirina benden hest û hizir, armanca sereke jî ew e jiyana mirov a azad asteng bikin. Dagirker di heman demê de zindanan weke amûrên tundiyê jî bi kar tînin û ew dever kirine cihên radestgirtina vîna ferd û civakê ya azad. Ji bo wan hedef û armancên xwe pêk bînin her cure rêbaz û rêyên tundûtûjiyê jî mubah dibînin. Tê zanîn ku girtîgeh cihê lêdan, êşkence, kuştin û tinekirinê ne. Lê teqez mirovên xwedî vîna azad, bi bîr û bawerî tevî her cureyên zext û êşkenceyan jî teslîm nabin. Dagirker û zalim nikarin herikîna hizir û vina azad bi temamî asteng bikin.
Di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de heqiqetek wiha derket ber çavan û zêdetir şênber bûye. Zindan ji bo tinekirin ûradestgirtina vîna azad weke kelehên zilmê hatibûn lêkirin. Lê ti êşkence, lêdan û zextên dermirovî jî nikarîn hêza herikbariya hizra mirovên azad rawestînin. Ji Kawayê hesinkar heyanî Kawayê hemdem Mazlûm Dogan bi çanda berxwedanê xelekên agirê piroz gihiştin hev û bûn nexşerêya gerîlayên li serê çiyayê berzebilind. Ronahiya agirê bedena Newrozan dil û ruhê bi milyonan mirovan geş û germ kir. Bi felsefeya “Berxwedan Jiyan e!” zindanên dijmin kirin dergûşa mezinkirina têkoşîna azadiyê û ala serfiraziyê ji hêla berxwedêrên zindanan ve hat bilindkirin. Ji bo berxwedana Mazlûm Dogan hîn geştir bibe Çaran jî bi agirê azadiyê bedena xwe gihandin xeta berxwedêriya Tevgera Azadiyê.
Li dijî zext û teslîmiyetê Mazlûm Dogan bû nexşerêya berxwedan û serketinê. Bi çalakiyên berxwedêrên zindanan, gelê Kurd agirê azadiyê hîn xurttir û geştir kir. Vê çalakiyê bandorek mezin li ser gerîla jî kir û xeta Mazlûman bû xeta dilsoziya bi Rêber Apo û PKK ê re. Dema mirov li ser jiyana hevalê Mazlûm, tevahî têkoşer û berxwedêrên weke wan mêrxas û şêrejinên koma destpêkê yên weke hevrê Kemal, Xeyrî, Akîf, Ferhad, Eşref, Mahmûd, Necmî, Sara lêkolînan, dike mirov dibîne ku hîn jî li hemberî mezinahiya wan qehremanan em gelekî kêm û lawaz in. Bi îlhama mirov ji berxwedana wan a bi heybet û bandor digire mirov hîn bêhtir dixwaze xwe tevlî vê jiyana pîroz û bi wate bike. Hevalê Mazlûm her tim li hemberî zilma neyaran serbilind bû û digot, “Berxwedan jiyan e.”
Ew berxwedan bû ku gelê Kurd rakir ser piyan û hêz da gelan. Fikir û ramanên Rêber Apo têkoşer û berxwedêr gihandin çiyayan û têkoşîna wan qehremanan jî gel rakir serhildanê, têkoşîn pêş xist. Dema mirov li berxwedana Zindana Amedê temaşe dike mirov dixwaze di aliyê eskerî û fikrî de xwe bêhtir pêş bixe, têkoşîna xwe xurtir bike. Bi têkoşîna Mazlûman re Amed bû keleha berxwedanê. Remza berxwedanê Kawayê hemdemî Mazlum Dogan navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê nivisand. Ji remza berxwedanê ya Mazlum Dogan dest pê kir û gihaşt milyonan. Agirê Newrozê ji nav hucreyên zindanan ber bi çiyayên Kurdistanê ve belav bû. Şerê gerîla hat destpêkirin, bi pêşengtiya fermandar Egîd agirê şoreşê hate geşkirin, ala berxwedana li çiyayên xwedawendan ronahî da çar parçeyên welatê rojê.
Dijmin û neyarê gelê Kurd ê xedar paytexta Kurdistanê Amedê kir keleha zext, zor û zilmê. Xwest vîna wan qehremanan zevt bike, serê wan bitewîne. Lê tevahî hesabên dijmin vala derket. Pêşengên berxwedanê serî dan û sir nedan. Îro jî têkoşerên qehreman li serê wan çiyayên pîroz li ber xwe didin û serketinan ava dikin. Îro jî ew agirê pîroz li çar parçeyên welat geş dibe û bûye hêviya serketina şoreşê. Ji bo ew agirê jiyanê her û her geş be ciwanên vî welatî çeka Egîdan radikin û derdikevin lûtkeyên çiyayên bi heybet, li hemberî neyar û dijminan têkoşîn dikin. Em jî soz didin Mazlûm û Egîdan û dibêjin heya henaseyek azad di gewriya me de hebe, wê ji bo şer û têkoşînê be.