Keça Dêrsimê

Azadî Helebce

Dêrsim, bajarekî di hembêza çiyayan de hezkiriya azadiyê ye û serê xwe ti carî ne ji dagirkeran re, ne jî ji zîhniyeta baviksalarî re tewandiye. Warê Besê ye ya li hember dagirkerên nasnameya Kurdî înkar dikirin şer kir. Ew bajarê jinên wê, keziyên porên xwe hûnandin û ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran de avêtin xwarê ye. Û ew bajarê teslîmiyet qebûl nekiriye. Warê Zarîfeya bi hevalê xwe Elîşêr re tevlî şer bûye.  Hem di aliyê siyasî, hem jî di aliyê eskerî de têkildarî têkoşîn û berxwedanê jin serwext kirin. Di heman demê de warê Zîlan e ya bû bombeyek û di dilê her dagirkerên Tirk de tirs ava kiriye.

Sakîne Cansiz sala 1958’an li wê erdnîgariya bi têkoşîn û lehengiya jinên girêdayî welat û xaka xwe tijî ye ji dayik dibe. Hevrê Sakîne bi çîrok û lehengiyên jinên Kurd, bi cesaret û girêdana wan a bi nasname û çanda Kurdî mezin dibe. Sakîne dibe keça serhildêr a serî li hember her cure tundî û hişmendiya nîjadperestiyê rakiriye. Her tim li kêleka civaka bindest a bi kedê û karên rojane jiyana xwe didomîne cih digire. Heval Sakîne her devera lê xebitî vediguherand cihê serhildanê.

Keça serhildêr Sakîne Cansiz hevalê Mazlûm Dogan ê yek ji endamê Koma Apociyan bû nas dike û pêre hevaltiyê dike. Ji sekn, terzê jiyan û parastina nirxan a heval Mazlûm bandor dibe. Bi hevalê Mazlûm Dogan re tevahî Koma Apociyan a di pêşengiya Rêber Apo de nas dike. Heval Sakîne di kesayeta van hevalan de hêza ji nû ve pêşxistina agirê azadiyê dibîne û bi navê Sara tevlî Koma Apociyan dibe. Li hember her cure nêzîkbûnên eşîrî, olperestî yên ti mafî nadin jinê li ber xwe dide. Hevala Sakîne di heman demê de yekem jina ku tevlî komeke siyasî û îdeolojîk dibe, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kar û xebatan dimeşîne.

Sakîne tevlî Kongreya Damezirandinê ya PKK’ê ya sala 1978’an dibe. Ev kongre ji bo gelê Kurd û bi taybetî jî ji bo jinan bû destpêka guhertineke mezin. Ev ji hevala Sara re dibe sedema xurtkirina têkoşîn û rêxistinkirina gel.

Heval Sakîne ya bi hemû hêz û heyecana xwe tevlî nav kar û xebatan dibe li bajarê Elezîzê tê girtin. Dijmin rojekê jî heval Sara bê moral û di çavên wê de ti tirs yan jî êş nedît. Dijmin ti carî nekarî hevala Sakîne dûrî fikra wê bixe. Ew yekem jina Kurd û şoreşger bû ya tif li rûyê celadê bi navê Esat Oktay Yildiran dike û di zindanê de dibe pêşenga berxwedanê. Berxwedana wê deng veda û belavî hemû kolanên Kurdistanê bû.  Weke jineke berxwedêr, mirov bi wê serbilind bûn û wêneyê wê li kêleka yê Rêbertî hat daliqandin.

Hevala Sakîne dema 1991’ê ji zindanê derket, kêliyekî jî nesekinî û berê xwe de Qada Rêbertiyê, Lubnanê. Xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kir. Piştî perwerdeyê ji bo meşandina têkoşînê berê xwe da çiyayan. Heval Sakîne çiyayek nehişt ku lê negeriya. Ti hevalek nema ku Sara rê nîşanî wan neda.

Heval Sakîne ji çiyayên azad careke din ji bo perwerdeyê vedigere Qada Rêbertiyê. Di wextekî ku Komploya Navneteweyî li hember Rêbertî hat meşandin, heval Sara têkoşîna xwe li qada Ewropa didomand. Heval Sara li wê qadê jî dibe hevaleke ku dîroka jina Kurd di kesayet, tarz û têkoşîna xwe de temsîl dike.  Li qada civakî, dîplomasî û hwd. de ew temsîliyet parast. Dijminê ku ji Zîlana bû bombeyek û di hundirê wan de teqiya, ji Bêrîtana ji bo nekeve destê wan xwe ji zinaran de avêt ditirsiya, ji heval Sara ya serhildêr û berxwedêr jî tirsiya. Ji ber vê di encama komployekê de sala 2013’an li bajarê Parîsê hevala Sakîne Cansiz û hevalên li cem Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin.

Sara li hemberî her tiştên neyînî serî rakir û navê wê ji Sakîne bû Sara… Ji jineke koletî lê tê ferzkirin bû şoreşgerek… Ji girtiyekê bû tarzekî berxwedanê… Serî li hember celadan jî netewand û bi bêdengî xatir ji jiyanê nexwest. Li dû şehadeta wê her kolaneke Parîsê ji serhildanên gel re bû cih û war. Bi sed hezaran xwestin kujerên komkujiyê bên darizandin û şehîdên xwe (Sakîne, Rojbîn û Ronahî) li ser milên xwe, ber bi Bakurê Kurdistanê ve oxirkirin. Hevala Sakîne li pey xwe mîraseke berxwedanê ya muezem hişt.

Weke ji pirtûka wê ya “Jiyana Min Her Tim Şer Bû” jî tê fêmkirin, di her kêliyê, her nefes û tevgerekê de bê westandin temsîla Xeta Jina Azad dike. Dema Rêbertî şehadeta heval Sakîne bihîst got ku bi qetilkirina Sakîne dixwestin jina azad qetil bikin. Ji ber heval Sara rojekê jî dilê dijmin kêfxweş nekir. Bi sedan ciwanên tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûn navê Sara hilgirtin û di her kêliyê de soza jiyandina heval Sara dan û didin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button