Karasûngûr û Bîlgîn mohra xwe li serdemê dan

Rêber Apo

2’yê Gulana 1983’yan Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê -ku hêza pêşeng a tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdistanî ye- Mehmet Karasûngûr û milîtanê wêrek Îbrahîm Bîlgîn şehîd bûn. Her çend em gelek xemgîn in, bi dehan kadroyên milîtanên şoreşê yên bi cesaret û fedakariyeke mezin derketin rê û xwestin xeta berxwedanê bi serkeftî pêk bînin. Di xeta agirê heman têkoşîna dijwar de partiya me berdêlên mezin da û divê tişta pêwîst dike çi berdêla wê hebe jî bi cih bîne…

Gelê Kurdistanê yê ji bo serxwebûn û azadiya xwe li ber xwe da û zarokên xwe yên herî bi qîmet şoreşger, ji bo pêkanîna armanceke wisa, ji roja pêşî ve dizanibûn divê fedakariyê bikin û berdêlên giran ên vê armanca xwe ya pîroz bi cih bînin.

Tevgera PKK’ê ku li ser mîraseke xurt ava nebûbe jî, bi têkoşîna xwe û bi pêşengiya rast a bîrdozî, siyasî û rêxistinî ya di vê têkoşînê de afirand, xwe û gelê Kurdistanê ji aliyê raya giştî ya cîhanê û mirovahiya pêşverû ve da qebûlkirin. PKK’ê bi saya afirandina qehremaniya mezin gihişt vê têkoşînê.

PKK’ya di serdemeke di nava şert û mercên giran de derbas bû, bi berxwedana li zindanên keleha zilmê, serdemek da girtin û serdemeke nû da destpêkirin. Di vê serdemê de PKK’ê amadekariyeke xurt kiribû, gelek milîtan û pêşengên wê yên bijarte şehîd bûn. Di vê serdemê de PKK’ê hê nû gav diavêt bi dayîna şehîdan re, berxwedanên li gorî têkoşîna serdemê afirand. Van berxwedanan pêngaveke mezin li têkoşîna me mezin kirin û di vê warî de rola wan a diyarker heye. Yek ji pêşengê avakar ê partiya me û Endamê Komîteya Navendî Mehmet Karasûngûr û şervanê jêhatî Îbrahîm Bîlgîn di nav berxwedaneke wisa de şehîd bûn.

Di serdema nû de berxwedan ne bi tenê li dijî mêtingeriya Tirk bû. Bi metodên cihê be jî li dijî hêzên bûrjûvaya reformîst û nîjadperest a dixwest têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê bikişîne cihên din, berxwedêriya proleter a hevrê Mehmet Karasûngûr jî ji bo têkoşîna me gelekî watedar e.

Berxwedanên Hezîl û Cizîrê ku di pêkanîna xeta têkoşînê ya partiya me ya ji bo serdema nû û rêxistinkirina berxwedanê de roleke pir lîstin û herî dawî jî şehîdbûna endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Karasungur û milîtanê partiya me Îbrahîm Bîlgîn, rastiyên bi êş in ku mohra xwe li serdemê dane, ev şehadet di heman demê de rastiyên hûrûkûr in…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button