Jiyan bê têkoşîn nabe
Qehreman Têkoşer

Di nav Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de yek ji mijara herî girîng rexne-xwerexnekirin û li ser vî esasî jî guhertin û veguhertina kesayetê ye.
Lê hîn jî hinek kesên erzan difikirin, xîret nakin xwe biguherin hene. Yên wer ku di nav xefleteke mezin de ne, nikarin tiştekî bidin derdora xwe jî. Halbûkî jiyan bê têkoşîn nabe. Pêşengên fedaî yên Tevgera Apoyî di nav şert û mercên herî zehmet ên zindanê de digotin, “Berxwedan Jiyan e” û heya kêliya dawî ya jiyana xwe li ser vî esasî têkoşîneke herî muezem pêş xistin.
Ev jiyana ji hêla sîstemên desthilatdar-dewletperest û hegemon ve hatiye rewşeke nayê naskirin, teqez divê were guhertin. Tevahî berxwedan û têkoşîna zêdetirî nîv sedsalî ya Rêbertiya me, li ser esasê avakirina jiyaneke azad û wekhev a demokratîk e.
Rêbertiya me têkildarî vê mijarê berhem û destketiyên bi salan wê têra me bikin pêşkeş kirin. Li ser wan esasan divê bi hemû hêza xwe em di nav hewldanên avakirina jiyaneke li ser esasê paradîgmaya Rêbertiya me de bin.
Hewce ye hemû lêhûrbûn û lêgerînên me li ser van bingehan bin. Çi tiştên ji sîstemên kapîtalîst, zordar û desthilatdarperest hebin, divê em ji xwe dûr bixin. Ev erkeke mirovî, însanî û şoreşgerî ye. Hewce ye em timî li xwe vegerin, ji xwe pirs bikin bê em çiqasî bûne mirovên, komunalîst, azad û sosyalîst.
Rêber Apo tevahî tecrûbe û ezmûnên xwe yên jiyanê bi kadro û gerîlayên azadiyê re parve dike. Divê em jî ji wan tecrûbe û ezmûnan feyde bigirin û di nav refên têkoşînê de pratîze bikin. Eger em nekin, ma wê kî bike?
Dem hatiye ku her yek ji me rexnedayîna xwe bide û kesayeta xwe ji nû ve ava bike. Ji bo em bibin pêşeng û serkêşên şoreşa aştî û civaka demokratîk ev xisûseke nebe nabê ye. Teqez divê her kes zanibe ku mirov bi têkoşînê azad dibe û digihîje serketinê. Naxwe divê em pirtûk û parêznameyên Rêber Apo pir baş bixwînin û dawerivînin.
Rêbertiya me bi girîngî bal dikişîne ser mijara fikir, zikir û çalakiyê. Pêwîst e, em hemû vê ji xwe re bikin prensîbeke esasî ya jiyanê.
Hewce ye her kesên xwedî wijdan, dildarên ax û gelê xwe di vê pêvajoya girîng a Rêbertiya me daye destpêkirin de bi rola xwe rabin. Pêwîst e mirov ji xwe bawer be, gavên xurt pêş bixe û ber bi serketinê ve bi coş bimeşe.