‘Jinên pêşeng ji me re rêya azadiyê vekirin’

Gaziya şer Şîlan Kobanê têkildarî 8’ê Adarê diyar kir ku ev roja watedar bi berxwedana jinên Kurd û Ereb veguheriye rojeke bêhempa û got, “Jinan ji bo azadiyê û mafên xwe berdêlên giran dane. Di nav Tevgera Azadiyê de jî pêşengên me yên weke heval Bêrîtan, Sara û Zîlan rêya azadiyê heya dawiyê ji bo jinan vekirin.”

Li tevahiya cîhanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku bi coş û heyecaneke mezin tê pêşwazîkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi şoreşa di pêşengiya jinan de bûye warekî ji rengê jinan jî coş û heyecana vê rojê zêdetir bûye.

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Şîlan Kobanê bi wesîleya 8’ê Adarê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Jinan berdêlên giran dan’

Şîlan Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de hemû jinên di oxira azadî û wekheviyê de canê xwe dane bi bîr anî got, “Rêber Apo dibêje heya jin azad nebe civak jî azad nabe. Ev gotina Rêber Apo, soza me ya tolhildanê û sonda me ya têkoşînê ye. Em ê ji bo jinan hemû rojan veguherînin 8’ê Adarê.”

Gaziya şer anî ziman ku îsal ji her salan cudatir 8’ê Adarê pîroz dikin û wiha axivî, “Piştî bi salan me wêneyê Rêbertiya xwe dît. Her wiha me banga Rêber Apo bihîst û guhdar kir. Bi vê hêz û coşê me 8’ê Adarê pêşwazî kir. Em ê 8’ê Adarê bi xemla bihara azadiya hemû jinan misoger bikin. 8’ê Adarê ji bo me rojeke pîroz, tijî têkoşîn û berxwedanî ye. Ji dîrokê heya roja me ya îro jin her tim di nav têkoşîn û berxwedaniyeke bêhempa da ne. Em pir eşkere dibînin ku jinên şoreşger têkoşîneke muezem dane meşandin. Ev têkoşîn îro bi saya têkoşîna Rêber Apo û jinên pêşeng ên di nav Tevgera Azadiya Jinan de di nav tevahî jinan, civak û mirovahiyê de belav bûye, bûye gerdûnî.”

Şîlan Kobanê destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev roja watedar bi berxwedana jinên Kurd, Ereb, Asûrî û hwd. veguheriye rojeke bêhempa û got, “Jinan ji bo azadiyê û mafên xwe berdêlên giran dane. Di nav Tevgera Azadiyê de jî pêşengên me yên weke heval Bêrîtan, Sara û Zîlan rêya azadiyê heya dawiyê ji bo jinan vekirin. Jinên welê ne ku her tim pêşengtî ji civakê re kirine û bûne pêşengên şoreşa hemû gelan. Daxwaza wan ew bû jiyaneke azad, wekhev û aram ava bikin. Ji bo van armancan timî li ber xwe dane û ti carî tawîz nedane.”

Gaziya Şer Şîlan Kobanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana şervanên YPJ’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeriyê û wiha axivî, “Bi sedan jinên şoreşger di oxira azadiyê de şehîd bûn. Ev şehîdên leheng bi serhildêrî û berxwedaniya xwe bûn mînaka jiyana Azad. Ti carî jiyanek normal ji xwe re qebûl nekirin. Di oxira jiyaneke azad de canê xwe fedayî vê dozê kirine. Li Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jinên berxwedêr û leheng derketin, pêşengtî ji civakê re kirin. Hevala Arîn Mîrkan, hevala Rêvan Kobanê û bi sedan jinên wekî wan, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin. Gelek hevalên me yên hêja ji bo jiyanek bi rûmet gihiştin şehadetê. Li hemberî feraseta baviksalariyê her tim li ber xwe dan û sekneke ji pola raber kirin.”

Şîlan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke gaziyên jin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, timî li ser şopa şehîdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tenê bi têkoşîn û berwedanê em dikarin bibin layiqî keda Rêber Apo û şehîdan.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button