Jin û Ked
- Ş.Nûjiyan Erhan di nivîsek xwe de wiha behsa Jin û Ked ê dike. ” Jin bi salan li ser xakên ku ji mirovahiyê re derguşî kiriye xwîdan rijandiye. Ji bo jiyaneke komînal û wekhev xebitiye û cudatî nasnekiriye. Xwezaya ku jê re dayîktî kiriye ticar neêşandiye û wek xwe dîtiye. Ji ber dizanibû hertişt wek wê zîndîbû”
Ş.Nûjiyan Erhan:
Jin avakera jiyanê… Jin nasnameya civakê… Jin teyîsandina gerdûnê…
“Di gelek civakan de jin pîroz û watedar tê dîtîn. Ji ber xuliqkarî û avakeriya xwe mîmara jiyanê ye. Di destpêka mirovahiyê de wek xwedawendekê hatiye pênasekirin. Di gelek mîtan de çîroka wê hatiye gotin û serpêhatiya mirovatiyê xemilandiye bi hunerên xwe. Bi destên xwe yê bibereket rêyên jiyanê honandiye. Navê wê di ferhengan de bi berhem re hevwate hatiye nivîsandin. Cihê ku navê wê derbas bûye afirînerî hatiye bîra mirov.
Jin!
Bi salan li ser xakên ku ji mirovahiyê re derguşî kiriye xwîdan rijandiye. Ji bo jiyaneke komînal û wekhev xebitiye û cudatî nasnekiriye. Xwezaya ku jê re dayîktî kiriye ticar neêşandiye û wek xwe dîtiye. Ji ber dizanibû hertişt wek wê zîndîbû.
Lê belê ev nirx û kedên ku berhema hezaran salan e hat hilweşandin. Pergala jinê ya ku 10 hezar salan mirovahî hewand, hêdî hêdî bi destên zilam hate parçekirin. Nirxên komînal ku jinê afirandibû û bi hezar salan bi xwezayê re di nav ahengekê de dijiya hate belavkirin. Xwezaya ku ji pergala jinê re dergûşî kiribû, ji ber destên zilam îsyan dike û nema dikare tehemûla pergala zilam bike.
Pergala zilamsalar a ku nêzî 5 hezar salan cîhan dagir kir ku em dikarin bêjin ber bi dagirkirina gerdûnê ve diçe, ti nirxeke pîroz a mirovahiyê nehiştiye. Dest avêtiye hemû maneviyatên gerdûnê û ew xistiye bin berjewendiyên xwe. Her tişt ji bo desthilatî û mêtîngeriya xwe bikar anîye û îro xweza nîşaneya ‘sos’ dide ango tiştek ku pergala serdest bikar bîne nemaye. Ji ber ku ev pergal ne li gorî cewhera xwezayê ye. Xweza dixwazecîhan vegere cewhera xwe, mirov vegere pergala xwe ya berê.
Destpêkê Exlaq Hate Ruxandin
Zilam ji bo pergala xwe avabike destpêkê destavête nirxên ku jinê avakiribûn. Ev nirx bi zîmanê mîtolojîk wek 104 meyên Înanna hatiye binavkirin. Zilam xwest van nirxan bike yê xwe, lê belê bi berxwedanekepir mezin ya jinê re rûbirû ma. Ev têkoşîn hîn jî berdewam dike. Jin ticar di cewher de ev zilm û zordariya wî neperjirand.Lê belê nikaribû pêşiya wê jî bigre. Nirxa herî esasî ya ku hatibû afirandin exlaq bû, ya ku civak li ser pêyan radigirt û nedihişt ku neheqî pêş bikeve exlaq bû. Ji bo vê jî destpêkê exlaq hate ruxandin. Jin hate kolekirin. Rêbertî dibêje; “Piştî kolekirina jinê civak hate kolekirin”. Di vê hevokê de ev rastî pir zelal derdikeve holê. Ji bo desthilatî, îqtîdar, zilamsalarî pêkwere divê jin kole be, jin tine be, dawî li jinê bê! Tinebûn, qedîn û kolebûna jinê, bi dûrxistina jinê ji civak, polîtîka û xistina nav çar dîwaran guncaw dibe. Serdestiya zilam bi kolekirina jinê destpêkir.
Lê belê gerdûn, xweza û cîhan zîndî ye. Sînoreke wan ya tehemulê jî heye. Kiryarên pergala desthilatdar berovajî cewhera wan bû. Ji bo vê pergal ji bo temenê xwe dirêj bike bi boyaxeke nû, encax bi cewhera berê derdiket ser dikê. Navê pargalê di her serdemê de diguhere lê zirara ku dide civakû gerdûnê roj bi roj zêde dibe. Xweza berteka xwe ya li hember pergala zilam bi qeyranan nîşan dide.
Cîhan bêriya rojên civaka komînal û pergala jinê dike. Pergal nema dikara mirovatî, jin û civakê bixapîne, xwe bide jiyandin û bidome. Kortala ku Kapîtalîzmê ku, krasê dawî yê pergalê li xwe kiriye ye, di nav civakê de avakiriye gihîştiye lûtkeyê. Ji vir şundetir rê nîne. Ji vir şundetir cîh nîne. Kapîtalîzm wê bibe dawiya pergala serdest a zilam.
Sedsala 21’an pergaleke nû divê, ev pergal divê pergala gerdûnê vegerîne cewhera wê. Ev divê bibe jiyaneke alternatîf. Divê mêzîna ku di navbera mirov, civak û xwezayê de ku hatibû belavkirin cardin avabike. Wêk Rêber APO dibêje “Rizgariya civakê ancax bi rizgariya jinê û azadiya jinê gengaz e.” ji bo vê jî paradîgmeya nû ya Rêbertî avakiriye li ser sê lingan tê damezirandin; azadiya zayend, ekolojî û demokrasî.
Ji ber di bingeha hemû koledariyan de kolekirina jinê heye, ji bo vê jî divê destpêkê azadiya jinê were esasgirtin. Asta azadî û demokratîkbûna civakekê ji pozîsyona jinê diyar dibe. Ji bo vê jî erka destpêkê azadkirina zayendan û tevlîkirina jinan di nav polîtîka û qadên civakî de ye.
Dema azadiya jinê tê gotin du milê vê mijarê heye. Yekem tevlîbûna jinan bi rêngê jinê li hemû qadên civakê, ya duyem jî bikaribe rol û mîsyona ku dikeve ser milê wê baş îfade bike. Ji ber heke azadî ketina ferqa berpirsyarên xwe û li gorî vê tevgerîn be, hêza ku bikaribe hem xwe li ser vê esasê avabike, hem jî nifşê nû li gor vê felsefeyê tenzîm bike û di civakê de guhertin bide çêkirin jin e. Ji bo vê jî di avakirina civakeke azad, wekhev û neteweke demokratîk de du aliyê hebûna jinê jêneveger e.
Di Avakirina Civakeke Azad û Neteweke Demokratîk de Tevlîbûna Jinan
Wek ferdeke civakê cih û sekna jinê di hebûna gerdûnê de diyarker e. Ji ber jiyanê xwe di derdora jinê de avakiriye. Di cewhera jinê de heqîqet, wekhevî, dad û hezkirin heye. Ev rastî di milê zanistî û civaknasî ve jî hatiye erêkirin. Her çiqas pergal jinê tenê bi hest û zekaya hestiyar re têkîldar nîşan bide jî, zekaya hestiyar ya ku di jinê de xurt e hiştiye ku ticar jin ji rastiya gerdûnê qut nebe. Lê belê ev nayê vê wateyê ku zekaya hestyar bi tena serê xwe têr dike, anjî ahenga zekaya hestiyar û analîtîk di jinê de nîne, anjî nabe. Jixwe armanca pergala desthilatdar û sersebeba hebûna wê jî qutkirina her du zekayan ji hev e.Jinê jî wek mehkumê yek zekayê ye nîşan dide.Tişta biêş jî vê derêwê bi jinê jî dane pejirandin. Ji bo vê jî di neteweke demokratîk de ku bingeha civakeke azad e, hevsenga di navbera herdu zekayan de avakirin erka jinê ye. Di heman demê de di nav hemû qadên civakê de cihgirtin jî karê yekem yê jinan e. Wek me jorê jî diyar kir pergala zilamsalar a desthilatdar ji bo xwe di her qadê de bicih bike û pergala xwe ya li dijî cewhera civaka xwezayî mayînde bike, jin ku li hember xwe wek xeteriyekesereke didît ji jiyanê qutkir. Jina azad dijminê pergala zilam e, ji bo vê jî heke di cihekê de guhertinek hewce bike, di wir de karê yekem ku were kirin tevlîkirina jinan e. Rêbertî ji bo ku zilam wek dixwaze hespê xwe nebezîne, girîngiyeke mezin daye tevlîbûna jinan a li her qadê. Wek tedbîrekê kotaya ji sedî çil û pergala hevserokatiyê daniye pêşiya me. Ev tedbbîrekeji bo pêşiya desthilatbûna zilam bigre. Bi demê re ev kota divê bibe ji sedî pêncî jî ku nifûsa civakê ji nîvî zêdetir jin e.
Bêguman bi tenê tevlîbûn têr nake. Bi reng û cewhera jinê tevlîbûn dikare civakê azad bike. Nexwe jinek ku di mêjî de zilam e, tiguhertinekê çênake. Jinek ku bi hirs û azweriya îqtîdarbûnê tev digere wê bibe linga herî xurt a pergala desthilatdar. Ji bo vê jî divê beriya hertiştekêjin xwe perwerde bike ku bikaribe xwe ji nexweşiya îqtîdar û zihniyeta desthilatiyê xilas bike.
Jiyan Bi Azadî Watedar e
Di vir de rol û mîsyona dikeve ser milê jinê derdikeve pêşiya me. Ya yekem; ev ruhê berxwedanê ku koka wê digihîje beriya hezar salan û car caran dengeke nizm be jî ticaran terka jinê nekiriye nûjen kirine. Bi vê ruhê berxwedanê pêşengtîkirin ji jiyana nû ango azadkirina jiyanê. Ji ber ku ev bi şêwazê jiyana heyî herî zêde êrîşê jinê têkirin, jinê tine dikin û dij jinê ye. Ji ber vê ger kes nemîne jî jin dê dev ji vê armancê bernade û heya dawî di avakirina civaka azad, netewa demokratîk û jiyana nû de bi israr be. Encax wê demê em dikarin ji bo jinê behsa jiyanê bikin, ji ber ku jiyan bi azadî watedar e, jiyana bê azadî wek qetnehatiye jiyîn dê were hesibandin.”