Jin û ciwan divê bi rola xwe rabin

Arjîn Kobanê

Dema navê wan kesên ku bazirganiyê bi jiyana mirovan dikin dibihîzim gelekî hêrs dibim. Bi rastî jî wan kesan heq nekirine em ji wan re bibêjin mirov jî. Ji ber ew li derveyî pîvan û rêgezên mirovahiyê tevdigerin. Ez bi xwe jî pir li ser vê mijarê dihizirim û di nêrîna min de divê mirov ji wan bazirganan re bibêje, “Bes e we jiyan li mirovan herimand. Ma qey we têr nexwar ji talanê?”

Dema mirov li ser dîroka desthilatdariyê lêkolîn û nîqaş dike, mirov hîn baştir heqîqeta kujerên kastîk dibîne û fêm dike. Mirov dibîne bê çawa hişmendiya xwe pêkan dike û ew hişmendiya kujer hîna jî berdewam dike.

Pêwîst e civak li ser van mijaran were perwerdekirin da ku rastiya pergalê nas bikin û hesab jê bixwazin. Li gorî nêrîna min dem hatiye civak serê xwe rake, hesab ji pergalên desthilatdar bixwaze û pergala xwe ya komînên demokratîk çêbike.

Pergal ji hin kesan pêk tê û civak ji pergalê mezintir û zêdetir e. Heke mirovên di nav civakê de xwe bikin yek û rêxistin bikin wê serkeftinê qezenc bikin. Pêwîst e jin, ciwan û tevahî beşên civakê rêxistiniya xwe xurt bikin, dawiyê li pergala despot bînin.

Rêber Apo dest bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kiriye. Ez bi xwe gelekî bandor bûm û min pir xwest ji Rêber Apo re nameyeke xwe binivîsim û bêjim, “Rêberê min em deyndarên te ne. Divê em deynê xwe bidin. Ji xwe dem hatiye her kes rexnedayîna xwe bide. Ji bo em bibin layiqî ked û têkoşîna te ya bi dehan salan divê em têkoşîna xwe zêdetir pêş bixin û ji bo serxistina pêvajoyê timî di nav hewldanan de bin.”

Li gelek deverên cîhanê hîn jî hişmendiya kujer berdewam dike. Pêwîst e, em weke jin li hemberî wê hişmendiya kujerên kastîk xwe rêxistin bikin û ji wê hişmendiyê xelas bikin da ku em weke jin û civak karibin jiyaneke azad û wekhev ava bikin.

Bi rastî divê jin û ciwan bi rola xwe ya rêxistinkirin û parastina civakê rabin. Ji ber pergala desthilatdar ji bo civakê bêbertek bihêle, ji şerê taybet bigire bi her awayî zextê li civakê dike. Lewma bi lez divê em li ser esasê fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo erka xwe ya dîrokî rabin, rêxistinkirin û parastina civakê bînin cih. Pêwîst e pergala dewletê were lawazkirin û komîn derkevin pêş. Li ser vî esasî divê di serî de jin xwe ji têkoşîneke welê re amade bikin, ji bo azadiya xwe û ya civakê di nav seferberiyê de bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button