Jin û civaka azad

Ezîme Zagros

Ji destpêka serweriya mêr li ser civakan çêbûye heya roja me ya îro jin û civakê rojên azad û kêfxweş nedîtine. Mirov di rewşa niha de nikare qala azadiya jin û civakê bike. Eger em bibêjin, jin û civaka azad bi giştî heye teqez wê xapandineke pir mezin be. Divê em xwe nexapînin.  Jixwe pergala mêrperest û desthilatdar civak xapandin. Heke em jî wisa bikin wê demê wê jiyana ji bo me pir zehmet be. Jiyan tijî şer û kuştin bûye. Mirov jê bandor dibin. Ev jî karesata herî mezin e.

Jixwe dema  mirov li ser pirsgirêkên jin û civakê dihizire derûniya mirov xerab dibe û mirov matmayî dimîne. Li gorî nêrîna min hewce ye mirov xwe di hêla naskirina mirovan de xwe kûr bike. Ez di van mijarên sereke de gelekî serê xwe diêşînim. Bi rastî civaka bi hezarê salan di nava lepê qirkirina zayendî û çandî de bimîne wê rewşa xwe wiha be û dibe ku li hin cihan xerabtir be jî.

Em her qala civaka koledar dikin û dibêjin ku 5 hezar sal e civak û jin di bin destê mêrê serwer de ye. Lê haya me ji pergala mêrên qatil kastîk û nêzîkatiya wan ji jin û civakê re nebû. Rêber Apo bi lêhûrbûna xwe ya bi salan ji me re nirxand û got: “Divê hûn lêkolîn bikin û hovîtiya 30 hezar sal in hatine jiyîn bibînin. Rastiya heyî bi her kesî re parve bikin û bidin fêmkirin.”

Eger em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser nekin wê ti kes ji me re çareser neke. Pirsgirêkên jinê weke xencera di pişta civakê de ye û jinê xwe bi xwe ew pirsgirêk dernexistiye. Naxwe pirsgirêkên herî mezin mêr bi xwe afirandiye. Heke jin û mêr bi hev re ji bo çareseriyê nexebitin wê qet çareserî çênebe.

Teqez divê were zanîn ku heya pirsgirêkên jinê çareser nebin tî pirsgirêk çareser nebin. Niha jî dem hatiye em pirsgirêkên xwe weke jin û mêr çareser bikin. Naxwe wê jiyan wiha berdewam neke. Pirsgirêk bi demê re mezin dibin, dibin weke gulokê berfê.

Lewma divê em demldest wan pirsgirêkên mewzûbehs çareser bikin. Ez bi xwe ji Rêber Apo perspektîfên xwe digirim. Amade me weke şexs bi xwe re mijûl bibim, xwe pêş bixim û ji kêmasiyên xwe bibihurim. Lê belê mijar tenê bi çareserkirina pirsgirêkên şexsî naqede. Ji ber pirgirêkên giştî ne. Divê bi awayekî gerdûnî werin çareser kirin.

Niha jî dem dema çareskirina pirsgirêkan e. Ez bang li her kesî dikim ku xwe ji bo têkoşînê, azadî û wekheviyê  amade bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button