Jin qet wê ji mafê xwe nebihurin

Leyla Amûdê

Dema mirov li ser xwe weke kesayet lêhûrbûn dike, mirov hîn baştir haj li rastiya ferd û civakê dibe.  Mirov di heman demê de dikeve ferqa heqîqeta wendayî ya gerdûnê jî. Rêber Apo di vê mijarê de dibêje ku her tu li çi digerî tê di kesayeta xwe de peyda bikî. Em jî weke ferd û civak tekez divê li ser kesayeta xwe û dîrokê lêkolîn bikin. Em li çi bigerin em ê di kesayeta xwe de peyda bikin. Weke tê fêmkirin heya em weke ferd û civak xwe di warê hişmendiyê de çareser nekin, wê ne desthilatdarî û ne jî şer û tundî bi dawî bibin. Naxwe divê em li xwe vegerin û di kesayeta xwe de li kêmasiyan bigerin. Divê em xwe ji bermahiyên hişmendiya zilamê serwer û tundrew ê 30 hezar salî rizgar bikin, dawî li wê çanda koledariyê bînin.

Ji bo em kesayetên xwe ji wan bermahiyan rizgar bikin, divê em xwe îqna bikin ku pêdiviya me bi şoreşeke fikrî heye. Nexasim jî em weke civaka Kurd, bi salan e di bin dagirkeriyeke pir giran de ne. Fikir, hest, hebûn û çanda me di nav pencên qirkirinê de hatibûn çewisandin. Weke netewe em belav û wenda bûn. Jixwe her kengî dagirkeran êrîşî xaka me dikir, xelkên me di nava deryaya xwînê de dihiştin. Her neyarekî ji xwe re judenratek jî çêdikirin. Dijminayetî di nav Kurdan de diçandin. Divê em li ser van mijaran pir baş lêkolîn bikin û dîroka xwe nas bikin. Jixwe di jiyana rojane de mirov dibîne ku em ji rastiya xwe ya dîrokî pir dûr in û hîn jî parçebûna me heye. Gelek judenratên me hene ku ji aliyê dagirkeran ve tên bikaranîn.

Pêvajoya entegrasyona demokratîk ji şer hîn girantir e. Pêwîst e em ji demên berê hîn zêdetir amade bin. Jixwe li gorî xuya dike hêzên em bi wan re entegrasyonê çêdikin fikir û xeyalê wan pir cuda ne. Ew dewlet û hêzên mijara gotinê gelekî ji têgehên demokrasiyê dûr in û her di hişê wan de teslîmgirtin heye. Hîn jî hebûna xwe li ser înkar û qirkirina gelê Kurd dibînin.

Di dîrokê de pir zelal diyar dibe bê ka çawa gelê Kurd di avakirina komarê de jî alîkariya wan kirine û pêşengên wan ji xeteriyê rizgar kirine. Lê mixabin hîn jî dest ji zîhniyeta xwe ya nîjadperest bernedane. Ev rewş jî pir sosret û cihê xembariyê ye. Bi rastî em weke Kurd pir bêşans in ku dagirkerên welatê me wiha tundrew, înkarker û kujer in. Heya ku ev dewlet di ware hişmendiyê de werin sererastkirin kar û xebateke mezin pêwîst e.

Hewce ye gelê me her li ser piyan be û doza mafê xwe bike. Jixwe weke jin jî mafê me û civakê tê îhlalkirin. Keda jinê ya di şoreşê de jî tê înkarkirin. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêş ket û serkeftin qezenc kir. Lê îro jî hinek kes ked, berxwedan û qehremantiya jinê înkar dikin. Ev jî qet nayê qebûlkirin. Dibe ku hikumeta Şamê jinan beşdarî artêşê neke. Lê em weke Rojava xwesertiya me heye û em weke jin dest ji keda xwe bernadin. Jin qet wê ji mafê xwe nebihurin.

Pêwîst e gelê Kurd û hemû gelên herêmê rewşa YPJ’ê bigirin dest, neheqiyê qebûl nekin û keda jinê biparêzin. Jixwe tiştekî ku cuda jin dixwazin nîne. Hemû têkoşîna me ji bo maf, edalet, wekhevî û xwedîderketina li keda xwe ye. Şervanên jin 15 sal e şerê DAÎŞ’ê dikin. Di eniyên şer ên pêş de şer kirin. Weke artêşa jin heqê wan e xwe li Rojava rêxistin bikin. Li ser van bingehan ez careke din bang li hemû jinan û civakê dikim, li mafê jinan xwedî derkevin. Divê  jin bi civakê re bikevin nav livûtevgerê. Roj roja têkoşînê ye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button