‘Jin Jiyan Azadî’ li hember zilm û zextan serhildan e
Arjîn Kobanê

Me hemûyan, dît bê jinan çawa li hemberî şer, tundî û zextên li ser gelan li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rabûn ser piyan. Jinên Kurd li her deverê bi çelengî beşdarî nava serhildanan bûn. Sala 2013-2014’an şêrejin û gulîreşên Kurd, Şoreşa Rojava bi berxwedan û şerên xwe mohrkirin.
Li Tehrana paytexta Îranê, 13’ê Îlona 2022’yan jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi sedema li gor rêzika ‘nixûmandina serê xwe’ tevnegeriyaye, hat binçavkirin. Jîna ji ber êşkenceya ku lê hate kirin di 16’ê Îlona heman salê, jiyana xwe ji dest da. 17’ê Îlonê merasîma cenaze ya ji bo Jîna li bajarê Seqizê hat çêkirin veguherî serhildanê. Di demeke kurt de li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê veguherî serhildana gelan. Vê serhildanê li hemû cîhanê deng veda û li hember zilm-zextan, rêya berxwedanê ya ji bo jinan jî diyar kir.
Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê, dest pê kir û tevahiya Îranê girt nav xwe, tenê protestoyeke li dijî bêhiqûqiyan bû, serhildaneke li hember hemû cudatî û newekheviyan bû. Serhildana bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya bi felsefeya Rêber Apo hatiye strandin, helwesteke herî radîkal a li hember zilm û zorê bû. Tehlîl û analîzên Rêber Apo didin xuyakirin ku “Jin Jiyan Azadî” tenê dirûşmek nîne û li Rojhilata Navîn xwedî kokeke dîrokî ye. Yek ji sedemên ev dirûşm berfireh bû jî ew bû ku hemû jin û gelên bindest li dora wê bûn yek.
Ev tê wateya jinûve vejînê û piştrast dike ku heya jin azad nebe, civak jî azad nabe. Ji ber pêvajoya pêşî ya civakbûnê li dora jinê şekil girtiye. Avakerên destpêkê yên çandê jin in. Lewma “Jin Jiyan Azadî” hilweşîna her cure koletî û tehekûmê yê. Di heman demê avabûna jiyana azad e ya jin jêre pêşengiyê dikin. Pêxistina çirûska serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê, hebûna rêûresma têkoşîn û berxwedanê ya li wir nîşan dide. Weke di tevahiya dîrokê de jî xuya dike, ev xak timî li hember zilm û zorê bûye navenda berxwedanê.
Pêşeroja gelên Rojhilata Navîn bi jinên şoreşger ên bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” û li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê di nav têkoşînê de ne wê diyar bibe. Wê xwedawendên hemdem çanda qedîm a Mezopotamya û Rojhilata Navîn careke din zindî bikin. Me hemûyan jî careke din dît bê çawa jinên serhildêr mil bi mil li kêleka mêran rabûn ser piyan. Bi vî rengî meş, xwepêşandan û serhildan berfireh bûn. Jinên Kurd li her deverê li ser piyan bûn û jinên weke Denîz, Rojbîn, Gerîla û Sîdar destanên berxwedanê afirandin.
Ez jî weke gaziyeke şer berxwedana jin û civakê silav dikim. Wê berxwedan û têkoşîna jina Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe. Bang li hemû gel û bi taybet jî li jin û ciwanan dikim ku her li ser piyan bin, xwe û xaka xwe biparêzin.




