Jin bi hêza ji Manîfestoyê girtine başdarî pêvajoyê dibin

Şîlan Kobanê

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir ku şoreşger û jinên azadîxwaz ên Apoyî bi hêza ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk girtine di asta pêşengtiyê de beşdarbûna pêvajoyê esas girtine.

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Şîlan Kobanê têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Gaziya şer Şîlan Kobanê destnîşan kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo formûla jiyana azad ya sedsala 21’emîn e û got, “Lewma ji bo mirov pêvajoyê fêm bike divê Manîfestoyê bi hûrgilî bixwîne û li ser biponije. Hewce ye mirov wê jiyanî bike û ji mirovbahiyê re jî bike mal. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, di feraseta azadiya dîroka mirovahiyê de merheleya herî kûr îfade dike. Tespîta di navbera civaka dayiktî û kujerê kastîk de; bi gotinek din di navbera civaka komînal û dewletê de destpêkirina pêvçûnê ji rê û rêbazên nû yên çareseriyê re û ji feraseta jiyanek nû re dibe ronahî.”

Endama FGBRS’ê Şîlan diyar kir ku tarzê fikirandina Rêber Apo ya di bingehê felsefeya diyalektîkî de dihêle mirov heqîqetê fêm bike û ev anî ziman, “Pirsgirêkên civakî yên xitimî, bi şêwaz û amûrên têkoşîna xwe disipêre nêrîna diyalektîkî, çareseriyê şênber dike. Rastiya kujerê kastîk di roja me ya îro de mirovahî bi pirsgirêkên hebûnê re rûbirû hiştiye. Li hemberî vê ji nû ve rêxistinkirin û bihêzkirina civakê ya li derdora jinê pêwîst e. Jixwe li ser vî bingehî modela rêxistinbûnê ya Yekîtiya Komînên Demokratîk weke formûla jiyana azad û nû, kelecan û hêviyek mezin afirandiye.”

Şîlanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ku u şoreşger û jinên azadîxwaz ên Apoyî bi hêza ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk girtine di asta pêşengtiyê de beşdarbûna pêvajoyê esas girtine û wiha axivî, “Ji herêmî heya gerdûnî em ketine pêvajoya amadekariyên erkên dema pêşiya me û pratîzekirina perspektîfên ji nû ve avabûnê yên di Manîfestoyê de hatine diyarkirin. Ji bo ev erk bi serkeftî bên pêkanîn, pêwîst e feraset û nêzîkbûnên xebatên têkildarî pêşxistina Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk werin xurtkirin. Bi taybet xebata Konfederalîzma Jin bi şêwazê ku hemû heremê bigire nav xwe divê bê pêşxistin.”

Gaziya şer û endama FGBRS’ê Şîlan Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku di nav şoreşa Kurdistanê de jin xwedî ked û serkeftinên mezin in. Pêwîst e jin di asta pêşengtiyê de civakê amade bikin. Jin bûne xwedî ezmûn û bi xwe bawer in. Niha jî ji her wextî zêdetir xwedî derfet in û pêwîst e çalak bin. Em jî weke jin ji her wextî zêdetir amade ne têkoşîna xwe bilind bikin û pêvajoyê bibin serkeftinê.”

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button