Jibîrkirin xiyanet e

Gaziya Şer Zarîn Kobanê…

Di serî de şehîdên komkujiya Helebceye bi rêzdarî bi bîr tînim, bi hurmet û minetdarî bejna xwe li beramberî wan ditewînim.

Dema komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an rû da, em ne li dinyayê bûn. Lê piştî em hatin ser rûyê dinyayê, ji dayik û bavên xwe me bihîst ku li hember gelê me yê li Başûrê Kurdistanê komkujiyeke herî hovane çêbûye. Bi van çîrokan em mezin bûn. Lewma me fêm kir ku ji bo careke din em rastî wan kiryarên wiha nemerd neyên divê em têkoşîn bikin. Bi saya Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de me berê xwe da qadên têkoşînê.

Di encama têkoşîna zêdetirî 50 salî ya Rêber Apo de, bi fedakariya bi dehhezaran şehîd û birîndaran îro Kurd li her devera cîhanê tên naskirin û her kes êdî wan li ber çavan digire.

Helbet rojên azadiyê ji bo Kurdên li her çar parçeyan pir nêzîk in. Lê divê em ti carî êş, jan û zilma gelê me rastî wan hatiye qet ji bîr nekin. Jibîrkirin xiyanet e.

Weke jin û ciwanên Kurdistanî pêwîst e li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertiya xwe em xwe pêş bixin û ji civaka xwe re pêşengtiyê bikin.

Ji bo careke din komkujiyên Dêrsimê, Geliyê Zîlan, Helebce, Qamişlo û hwd. rû nedin, divê em rêxistinbûna xwe pêş bixin û yekîtiya xwe ji her demê zêdetir biparêzin.

Bi serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, em ê Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî di nav xwe de bibînin. Li ser vî bingehî em ê welatekî azad ê wê ti carî destên qirêj nikaribin bigihêjinê ava bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button