Ji Rêberê Heqîqetê Rêber Apo re   

Hîlal Goyî

Beriya her tiştî ez silav û hezkirinên xwe yên bêdawî bi coş û heyecaneke nikarim terîf bikim ji We  Rêberê azadiyê re dişînim. Bi hesret û bêrîkirinek mezin, ji evîna nav dilê Zagrosan we  hembêz dikim. Hêvîdar im rewşa We baş be. Di tenduristiya We de başbûnê dixwazim. Bêguman dizanim başbûna We bi serkeftina pêvajoyê û rast rolgirtina me ve  girêdayî ye. Rêberê ronahiyê, We fikrek çêkir hemû fikran xwe têde îfade kir. We ruhek çêkir di dilê her lêgerînvanên azadiyê de bû çirûska hêviya Mazlûman. Hûn bûn hevrêyê Egîdan. We  Egîd û mêrxas rakirin ser lingan. Ew bûn fedaiyên azadiyê, canê xwe kirin volkan û bi ser zaliman de teqandin. Roja min hûn bûn hevalên dilsoz ên hemû jinan û bi taybet ên jinên lêgerên azadiyê.

Rêberê min We jin ji xwe mirinê şiyar kirin. We bi felsefeya “Jin jiyan azadî” ji hemû jinên azadîxwaz re serdemeke nûjen da destpêkirin. Gelek jin  jî bûn Zîlan û Sema. Bi Egîdî berê xwe dan cenga giran, bûn evîndarên eşqa We û canê xwe kirin berdêl. Bûn perperîk xwe avêtin hembêza agirê heqîqeta  We ji me re ava kir.

Rêberê Kurdistana azad û mirovahiya rast. Di nav tariyê de  We rêya ronak vekir ji bo Kurdên welatparêz û niştiman. Hûn bûn Rêberê gelê rêya xwe nedinasî, di dîrokê de windabuyî, ji nasnameya xwe  bêpar û ji hebûna xwe fedî dikir. We destê Kurdên li ber kendal û zinaran asêmayî û li ber sikratan bûn girt. We Kurd rakirin ser lingan û  ji mirinê jiyan nû ve vejand.

Rêberê min Kurdan bi saya We xwe nas kirin, ketin ferqa hebûn û dîroka xwe. Bûn welatparêz û ji neteweya xwe hez kirin. Ji xwe û zarokên xwe zêdetir ji We xwe hezkirin. Belê Rêberê doza bindestan û mazlûman, ew “Roja Reş” 15’ê Sibatê hîn jî li ber çavên min e. Min nedizanî ka dunya li ber çavên min tarî bûye yan jî çavên min piştî We ronahiyê nabînin. Dibêjin  yên dîtine baştir dizanin. Lê tiştek heye divê ez ji Roja xwe re parve bikim.

Weke vê kêliyê tê bîra min, gelek dê û bavan digotin,  “Xwezî hemû zarokên me bihatana kuştin û girtin bila hema tenê Rêberê me neketiba destê dijmin.” Jiber ku hebûna xwe di hebûna We de dîtibûn.  Ji We bi dil û can hez kirin. Kom bi kom hatin cem hev,  bûn serhildan. Bilind bû dengê dirûşman. Gotin, “Bijî Rêber Ocalan, bê Serok jiyan nabe.” Hê jî bang dikin dibêjin, “Dengê xwe bilind bikin gelê welatparêz. Bila dengê we bigihêje dergehê Îmraliyê stargeha me.”

Belê Roja me,  gel li derdorê We civîyane, qefle bi qefle. Ji ber baş dizanin We hemû jiyana xwe ji bo wan feda kiriye. Bi şev û roj kedeke bêhempa We ji bo me daye. We hemû temenê xwe fedaî gelan kir. Ji bo gelê Kurdistanê bigihêje heqîqeta dîroka  xwe We dîroka veşartî derxist holê. Bi analîz, tehlîl û dahûrandinên xwe We rêya azadî û wekheviyê ji mirovatiyê re rohnî kir.

We dît ku kevîrên dîrokê yên destpêkê li ser van diyarên axa Kurdistanê hatine danîn. Heke gotin li cih be mirov dikare bêje ku Kurd haveynê dîroka mirovatiyê bi xwe ne. Lê sed caran mixabin xwediyên dîrokê bê dîrok mabûn. Her wiha bê xwedî, bê heval bê rêber û bê pêşeng mabûn. Kedkar û şerker bûn, lê timî ji bo hinekên din bûn. Rêberê min bi saya we Kurd bûn xwedî xwebûn û êdî dibin yên xwe. Hûn ji bo me bûn hêvî û rohnî. Hûn bûn delalê ber dilê hemû evîndar û dildaran. Lewra hebûna We ji bo gelê Kurdistanê her tişt e.

Jixwe her û her dirûşma me “Bê Rêbertî jiyan nabe” ye. Careke din ez silav, hezkirin û hurmeta xwe ya bêdawî, ji We û hemû hevalên komîna we ya ronahî û azadiyê re dişînim. Di her kêliya jiyana xwe de serkeftinê dixwazim. Bi hêviya bi Rêbertiya azad re jiyana azad, Kurdistana azad, dunyaya azad û demokratîk em bi hev re serfiraz bijîn.

Silav,  hezkirin û rêzdariya bêdawî. Bimînin di xêr û xweşiyê de Rêberê me.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button