Ji Rêber Apo peyam

 

Rêber Apo: Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim.

Rêber Apo piştî 43 mehan 23’ê Cotmehê bi biraziyê xwe, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.

Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan peyama Rêber Apo weşand. Omer Ocalan got, “Di 23’ê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê min bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Ev hevdîtin di çarçoveya hevdîtina malbatê de hate kirin. Birêz Ocalan di hevdîtinê de li ser bûyerên giştî yên siyasî nirxandin kir û xwest, ev peyama wî bigihêje raya giştî: ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Rewşa wî ya tenduristiyê baş bû. Silav li her kesî dikir.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button