Ji çiyayên azad ji Rêber Apo re

Şerker Semedar

Îro salvegera komploya 15’ê Sibatê ye. Di rojeke welê de nivîsandina nameyê min dixe nav hestên pir mezin û kûr. Pêşketina komploya 15’ê Sibatê ji aliyekî ve ji hevrêtiya me ya kêm çavkaniya xwe girt. Heke me hevrêtiyeke rast kiriba dibe ku ew komplo rû nedaba. Û îro dibe min ê ne name, hinek tiştên din nivîsandibana.

Rêberê min ez 1989’an di 13 saliya xwe de ji ji Geverê tevlî nav refên partiyê bûm. Ji roja ez tevlî bûm min xwest ez we bibînim. Lê mixabin ew şans bi dest min neket. Helbet wekî min bi hezaran gerîlayên azadiyê û bi milyonan mirovên azadîxwaz bi hesreta dîtina we ne.

Heya niha ez bi hêviya dîtina Rêber Apo jiyam. Ji niha û şûn ve jî ez ê bi vê hêviya xwe bijîm. Min xiyalê xwe yê dîtina Rêber Apo pêk neaniye. Dîsa jî li benda roja dîtina Rêber Apo me. Dema bibînim jî ji dil û can, bi hemû hestên xwe ez ê Rêber Apo hembêz bikim. Tenê bi vî awayî ez ê hesreta xwe ya bi salan dabîn bikim.

Dema li çiyayan li ber kaniyekê avê vedixwim, di bin darekê de bêhna xwe vedidim timî difikirim û dibêjim, “Xwezî niha Rêber Apo li cem me bûya. Xwezî ligel me di nav vê xweşikiya xwezayê de ba.

Xwezî ev tenê ne hêvî û hesretek bûya. Ji bo pêkanîna van hêvî û xeyalan me hewldan û keda pêwîst bi cih neanî. Eger me ya pêwîstî bi cih anîbana wê ev komploya 15’ê Sibatê derneketiba pêşiya me. Bêguman vê ne ji hêzbûna dijmin, ji kêmasiyên me çavkaniya xwe girt.

Heke me bi qasî dihat xwestin wezîfe û erkên xwe anîbana cih wê Rêber Apo niha ne li Îmraliyê, li çiyayên Zagrosan li cem me bûya.

Lê belê em soz didin, em ê xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de kûr bikin, têkoşîn û berxwedanê pêş bixin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button