‘Ji bo tundiya li ser jinan bi temamî ji holê rabe em ê têkoşînê bilind bikin’

 

Ji bo Raya Giştî û Çapemeniyê

Em careke din 25’ê Mijdarê bi êş û xemgînî pêşwazî dikin. Bi wesîleya vê rojê em her sê xwişkên Mîrabel bi bîr tînin, soza tolhildan û bilindkirina têkoşînê dubare dikin.

Di salvegera 25’ê Mijdara îsal de çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî xwe yê cuda derket pêş ku ew jî çalakiyên mêran bû.

Di nêrîna me de çalakiyên mêran di warê şoreşê de gelekî bi wate ne, divê werin xurtkirin û berdewam bikin. Mêr li dijî tundiya li ser jinan derketin kolanan ji dil û can dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” bilind kirin û helwesta xwe ya mirovî dan nîşandan. Pêwîst e were zanîn helwest û têkoşîn tenê ev nîne û hîn jî têkoşînek dûrûdirêj li pêşiya jin û mêran heye ku li hemberî pergala desthilatdar pêş bixin. Weke em tevahî jî dizanin şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Lê piştî nêzî 8- 9 salan hê nû mêran xwe kom kirin û li hemberî pergala, mêrperest a desthilatdar meşiyan û helwesta xwe dan nîşandan. Ev jî derengiya guhertin û veguhertinê dide diyarkirin. Bêguman di bin siya şoreşa jinê de meriv bijî, lê hê jî bi hişmendiya bermahiya pergala serwer tevbigere, gelekî eyb û şerm e.  Lê belê her kengî mirov bi xwe bihise jî û ji wê hişmendiyê xwe dûr bixe baş e.

Li Rojavayê welêt cihê şoreşa jin helwesta mirovî ya gelê Kurd û bi taybet a mêran di serî de û meşa wan a bi dirûşma, Jin Jiyan Azadî gelekî berbiçav bû. Bêguman divê teqez ev were berdewamkirin û timî pratîze bibe. Bi taybet jî kesayetên pêşeng, şoreşger, siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen hunermend û hemû saziyên civakî hewce ye, bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin, helwesta xwe ya li dijî pergala serdest û tundiya wan a li hember jinan û tevahî civakê, deynin holê. Divê mêr xeta xwe diyar bikin û ji xwe pirs bikin bê gelo wê li kêleka jinan bin û hevjiyana azad armanc bigirin yan jî wê di hişmendiya pergalê de israr bikin?

Jixwe kesê helwesta xwe li hemberî tundiya li ser jinan diyar neke, teqez wê di refên pergala desthilatdar û mêrperest de be. Pêwîst e were zanîn ku di vê têkoşînê de xeta sêyemîn tine ye. Yanî eger li hêla xeta jina azadîxwaz cih negire wê weke xelkê bajarê Kobanê dibêjin, “Wê bibe peyayê pergala kevnar û xizmetkarên wan ê sertewandî.” Li Rojava qetilkirina jinan di mijara şoreşa jinê de bi rastî gelekî şerm, fedî û qebhet e jî. Naxwe divê mirov pir baş li ser van mijaran lêhûrbûnê bike. Hewce ye helwesta mêran hîn xurttir be.  Divê ev helwest li tevahî cîhanê deng vede û bibe nimûne.

Em weke gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta mewzûbehs a mêran gelekî erênî dibînin û hêvîdar in ku wê helwesta wan her berdewam bike, mil bi mil wê li kêleka jinan bin û civakê jî rakin ser piyan. Ji bo jin û mêr bi hev re, bingehê hevjiyana azad û wekhev ava bikin ev sekn û helwest pir girîng e.

Em jî helwesta xwe ya tund li dijî pergala desthilatdar û tundrew a mêrperest didin nîşandan. Rêber Apo gotiye ku sedsala 21. sedsala rizgarî û azadiya jinê ye. Weke şagirtên Rêber Apo û şopdarên şehîdan ji bo em bibin layiqî keda wan, pêşerojek wekhev û azad ava bikin em jî dirûşma Jin Jiyan Azadî qîr dikin. Em diyar dikin ku heya henaseyek azad di gewriya me de hebe, em ê têkoşîna xwe, berdewam bikin. Di serî de ji bo azadiya Rêber Apo, heya tundûtûjiya li ser jinan û mirovahiyê bi temamî ji holê rabe, ji her demê zêdetir em ê di nav têkoşîn û berxwedanê de bin.

Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

20.11.2024

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button