Ji bo şehîd Cîger Başkale konê sersaxiyê hat vedan

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo şervanê QSD`ê û gaziyê şer şehîd Cîger Başkale konê sersaxiyê veda.
Ji bo şervanê QSD’ê û gaziyê şer Cîger Başkale (Ferhad Parlak) ê 15’ê Tîrmeha 2025’an li Ebû Sirê şehîd bûbû konê sersaxiyê hat vedan. Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser di taziyeyê de amade bûn.
Di bin konê sersaxiyê de de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Cîger Başkale, her wiha alên QSD’ê hatin daliqandin.
Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevseroka Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rodîn Mihemed sersaxî ji malbat û hevrêyên şehîd Cîger Başkale re xwest.
Berdevka Maclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Firatê Bedîa Miho jî salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û got: “Xwesteka şehîd Cîger Başkale bû ku li Pakrewangeha Şehîd Dîcle were oxirkirin.”
Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî jî diyar kir ku ew wek gelê Kurd her tim li ber xwe bidin û wiha got: “Em soza xwe ji şehîdên xwe re nû dikin û em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”
Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îsmaîl Mihemed jî wiha got: “Şehîd Cîger Başkale hevalekî gazî bû lê tevî gazîbûna wî ti carî dev ji têkoşînê berneda. Ji ber li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde kiribû. Li ser vî esasî xwe berpirsyar didît ku li her cihî kar û xebat dida meşandin.”