Hunermend Şerîfê Omerî serdana gaziyên şer kir

Hunermend Şerîfê Omerî li Çilaxa serdana gaziyên şer kir. Di serdanê de têkildarî rewşa herêmê û rola gaziyan a di şoreşê de hat nirxandin.

Hunermend Şerîfê Omerî yê tevlî pîrozbahiya 13. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibû, serdanên xwe yên sazî û dezgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şerîfê Omerî gaziyên şer ên li Çilaxa ziyaret kir.

Endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyên şer hunermend Şerîfê Omerî bi coş pêşwazîkirin.

Di serdanê de de têkildarî rewşa herêmê, kar û xebatên gaziyên şer û rola gaziyan a di şoreşê de nirxandin hatin kirin.

Şerîfê Omerî ji bo gaziyan çend stran jî gotin. Di dawiyê de jî bi komî wêne hatin girtin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button