Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin

Gaziyê şer Karwan Kobanê anî ziman ku êrîşeke dijwar li ser herêmên Rêveberiya Xweser hene û got, “Li dijî van êrîşan pêwîst e em yekîtiya xwe xurt bikin. Em jî weke gaziyên şer di vî şerê man û nemanê de cihê xwe digirin. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin.”
Ji 6’ê Çileyê ve li hember herêmên Rêveberiya Xweser êrîş û teroreke djwar a plankirî ji hêla çeteyên Hikûmeta Demkî, DAÎŞ’ê û yên dewleta Tirk ve tên kirin. Gaziyê şer Karwan Kobanê têkildarî mijarê axivî.
Karwan Kobanê diyar kir ku tevî hemû peyman û danûstendinan jî li hember herêmên Rêveberiya Xweser bi armanca îmha û tinekirinê êrîş pêk tên û got, “Helbet ev êrîş tiştekî wer hema nişka ve derneket, diyar e plan û projeyên wê ji berê de hatine çêkirin. Dewleta Tirk a qaşo li Bakurê Kurdistanê dixwaze bi Kurdan re li hev were, li parçeyê din ê Kurdistanê şer gur û geş dike. Van çeteyên hov ên êrîşî ax û gelên me dikin destek dike.”
Gaziyê şer Karwan destnîşan kir ku ji bilî berxwedanê ti rêyeke din a mirov wan çeteyan bisekinîne nîne û wiha domand, “Ev êrîş li hember mirovên ku cîhan ji belayeke mîna DAÎŞ’ê xelas kirin pêk tên. Wê ti carî dîrok vê bêbextî û xiyaneta wan hêzên heya duh spasiya hêzên QSD’ê dikirin efû neke û ji bîr neke. Wan çeteyan li beravên Sûrî û Siwêdayê jî komkujiyên mezin kirin û niha jî berê xwe dane Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava. Êrîşeke dijwar li ser herêmên Rêveberiya Xweser hene. Li dijî van êrîşan pêwîst e em yekîtiya xwe xurt bikin. Em jî weke gaziyên şer di vî şerê man û nemanê de cihê xwe digirin. Heya dawiyê em ê li ber xwe bidin.”
Karwan Kobanê ji bo tehlûkeya li ser bajarê berxwedanê Kobanê jî ev bang kir, “Kobanê bi berxwedana xwe ya yekemîn darbe mirinê li DAÎŞ’ê xistibû. Li dû wê DAÎŞ careke din nikarî xwe kom bike û herî dawî têk çû. Lê niha li hember vî bajarê berxwedêr û gelê wê yê têkoşer êrîş tên kirin. Divê gelê Kurd û dostên wan ên li her devera cîhanê, mîna sala 2014’an bi ruhekî yekgirtî û yekdengî rabin ser piyan, xwedî li Kobanê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê derkevin. Eger em bibin yek ti hêz wê nikaribe me têk bibe. Baweriya me bi şervanên me û gelê me heye.”




