‘Heya dawiyê em ê ji bo bicihanîna xeyalên şehîdan têkoşîn bikin’

Gaziyê şer Qehreman Kobanê yê pêşengên azadiyê Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî bi bîr anî got, “Weke şervan û gaziyên şer ên fermandar Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî heya dawiyê em ê ji bo bicihanîna xeyalên şehîdan têkoşîn bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ya 11’ê Tebaxê re diyar kir ku Pêşengê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandar Nûreddîn Sofî 6’ê Nîsana 2021’ê, Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa 4’ê Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.
Gaziyê şer Qehreman Kobanê têkildarî şehadeta her du pêşengên azadiyê nirxandin kir.
Qehreman Kobanê anî ziman ku di Tevgera Azadiyê de gelek fermandarên giranbiha yên bi jiyan û têkoşîna xwe mohra xwe li dîroka gelan xistine derketine holê û got, “Fermandar Nûreddîn Sofî û Koçero Ûrfa jî timî weke pêşengên fedaî yên Rêbertî û gelên azadîxwaz rê dan ber şervan û gerîlayên azadiyê.”
Gaziyê şer Qehreman destnîşan kir ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kedeke pir mezin a Fermandar Nûreddîn Sofî heye û ev xisûs anî ziman, “Heval û fermandarê me Nûreddîn Sofî li hemû qadên Rojava têkoşîn meşand. Di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên dagirker de, kir ku berxwedaneke bêhempa were meşandin. Hevala Sofî tenê ne fermandarekî eskerî bû. Di heman demê de rewşenbîr, ramanwer û fîlozofekî hemdemî bû. Helbestan û hunermendekî welatê rojê bû. Dema dihat gotin ku hevalê Nûreddîn Sofî hatiye qadê di nav hevalan de coş û kêfxweşiyeke mezin çêdibû. Pir ji hevalên gazî û birîndar hez dikir. Timî hewl dida hevrêyên gazî di aliyê îdeolojîk û fikrî de pêş bixe. Ji bo min fermandar û pêşengê nemir Nûreddîn Sofî dît û nas kir, ez pir bextewar im.”
Gaziyê şer Qehreman Kobanê 41. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got, “Em ê fermandarên xwe Nûreddîn Sofî û Koçero Ûrfa di têkoşîn û berxwedana xwe de timî bidin jiyandin. Tiştên em ji wan hevalan fêr bûne teqez em ê pratîze bikin. Jiyaneke azad a hemû gel û bawerî pêkve xwe bi xwe bi rê ve dibin em ê ava bikin. Weke şervan û gaziyên şer ên heval Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî heya dawiyê em ê ji bo bicihanîna xeyalên şehîdan têkoşîn bikin.”