Hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo hatin bîranîn

PKK’ê 12’ê Gulanê encama danezana kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK’ê fesix kir, têkoşîna çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê di heman demê de şehadeta kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.

Di danezana kongreyê de wiha hat gotin:

“Pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniya 27’ê Sibata 2025’an des tpê kiriye, bi xebatên ji gelek aliyan ve daye meşandin, di bin ronahiya perspektîfên bi şêwazên cuda pêşkeş kiriye de Kongreya Partiya me ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulanê de civiya û bi serketî temam bû…

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a bi banga Rêbertiya me kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN ê 3’yê Tîrmeha 2018’an û RIZA ALTÛN ê 25’ê Îlona 2019’an şehîd bûne îlan kir. Li ser vî bingehî yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê hevrê Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo hevrê RIZA ALTÛN jî weke sembola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ qebûl kiriye. Kongreya Partiyê ya 12’emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin dikin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê cih girtine û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kirin. Di şexsê wan de ji hemû şehîdên me yên têkoşînê re em soza xwe ya serketinê dubare dikin, em îdîaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button