Hevrê Sara timî bi serbilindî jiya
Arîn Koçer

Ev demek bû ku min dest bi xwendina pirtûk “Jiyana Min Her Tim Şer Bû” ya hevala Sakîne Cansiz (Sara) kiribû. Her çiqasî min şehîda mezin Sakîne Cansiz nas dikir jî xwendina pirtûka mijareke pir cuda ye û divê jiyana xwedawenda me pir bi hûrgilî were vegotin. Erk û peywira me her kesî ye ku em jina çeleng û serhildêr keça Dêrsimê timî di jiyan û têkoşîna xwe de bi bîr bînin, sekn, berxwedan û kesayeta wê ji boı xwe bikin mînak.
Weke tê zanîn fermandar û jina şerker Sara 11 salên xwe di zindanên dewleta Tirk de derbas kir. Qet serê xwe ji faşîstê Tirk ê weke Esad Oktay re netewand. Rêveber û xwedawend Sara piştî ji zindanê derket di ser Ewropa re derbasî gel Rêber Apo bû, perwerde dît, xwe kûr kir û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.
Hevrê Sara her tim bi awayekî serbilind û bi rûmet jiya. Jina serhildêr û berxwedêr bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê jin û civaka hişyar kirin, ew kişandin nava çalakbûnê. Qehreman û xwedawend Sakîne Cansiz bi vîneke pir xurt li ber xwe da û îlham da hemû jinan. Hevala Sakîne xeta jina azad temsîl dikir. Heta niha jî bi hezaran jinên Kurd wê xetê bi dil û can dimeşînin û pêş dixin.
Dema min pirtûk dixwend, min xwe berdida nav deryaya fikir û hestên xwedawenda me Sakîne. Destê min qet ji pirtûkê nedibû. Delala me Sara hêja ye mirov bi sedan nivîsan li ser jiyana wê binivîse û vebêje. Uslûb û rêbazên şehîd Sara mirov dikişand nav jiyana Apoyî ya ji her alî ve qezenckirina mirovan esas digire. Hevrêya me timî bi hevalên nû tevlî nav refên şoreşê bûne re mijul dibû. Ew perwerde dikirin, ji bo pirs û nakokiyên wan çareser bike dikarî bi saetan bi wan re biaxive.
Fermandar û rêvebera berxwedêr Sakîne Cansiz pir ji hevalên ciwan hez dikir. Beriya biçe Fransayê ji bo tevahî gerîlayên jin û ciwan civîn çêkir û bi wan re sohbet kir.
Kurt be jî min xwest ez wiha hest û fikrên xwe yên der barê kesayet û têkoşîna şehîd Sara de bînim ziman. Hewce ye kesên dixwazin bi rûmet bijîn hevala Sara nas bikin û pirtûkên xwe bixwînin. Pêwîst e bi taybet jin û jinên ciwan her tim hevala Sakîne ji bo xwe mînak bigirin. Li ser vî esasî ti astengiyeke ku jê nebihurin wê nemîne.
Ez careke din xwedawenda me Sara bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranînê wê ditewînim û soza xwe jê re nû dikim.