HÊVÎ XWEŞIYA JIYANÊ YE
Cûdî Cizîr

Hêvî ji bo mirovahiyê gelekî girîng e. Rewşa cewhera mirov û rastiyê rohnî û eşkere dike. Çawa ji bo gulê av pêwîst e, ji bo mirovan jî hevî pêwîst e. Hêvî weke aveke zelal di hundire mirovan de ye. Hêviya mirovan bi xitabet, parvekirin û hezkirina ji bo yên li hemberî xwe didin nîşandan diyar dibe. Bingehê hezkirina rasteqîn jî bi vî awayê derdikeve holê. Hêvî rêya rast ya serwextbûna hisen ku jin dijîn e. Ev pêwîstî bi awayên cur bi cur xwe dide nîşandan. Hinek caran bi nivîskî tên derbirînkirin û mirov pênûsa xwe, parçeyek ji hêviya dilê xwe, li ser lênûsê parve dike. Hêvî, parçeyek ji jiyana yên xwedî armanc in ku li rastiya azadiya xwe digerin.
Mirovek bê hêvî, weke ku di jiyanê de bê fikir û bê ruh e. Mirî û bêhêz dimîne. Tehma xweşikbûna zindîbûnê nabîne û di jiyanê de nikare ti serkeftinê pêk bîne. Mirovên bê hêvî, di jiyanê de tim aciz in û di nava hebûnê de tine dibin. Ber bi dînbûneke kûr ve diçin. Ji jiyandina azadiyê dûr dikevin. Weke gulên çilmisî dimînin û ber bi ziwabûnê ve diçin. Lê mirovên bi hêvî mîna gulên rengîn in û behna xwe didin jiyanê. Her tim xwedî serkeftin in. Hêvî bingehê xwe ji fêmkirin, zanîna xwezayê û avabûna raman digire. Xweşiya jiyanê ye. Weke mirovan hêvî jî bi hêza fikir geş bûye. Bi vê hêviyê, bikaranîna axê û serwextbûna li pêvajoya jiyanî, jinê dike avakara jiyanê. Asteke bilind dide jiyanê û bi axê re dike yek. Ev taybetmendiya hêvîbûnê dihêle cewherê winda yê jinê bi vî awayî derkeve zanebûnê. Jin, bingehê afirandina çandî ye ku çand jî şêweyekî hêviya jiyanê ye.
Kûrbûna hestên jinê yên li ser esasê rastiyê heya îro veşartî mane. Îro jî pêwîst e hêvî bi coş û bi rengê jinê derkeve holê. Bi vî awayî destê xwe direjî mirovên bêhêvî dike. Hêvî mirovan vediguherîne xweşbûna zarokatiya ti kesî dest nedayê. Ti xweşikbûn ji xweşikbûna azadiyê ne neçêtir e.
Ev bêhna hêviya ku li ser evîna azadiyê belav dibe, eşqa azadiya dildaran û hêviya mirovên çav li rê, dibe weke gulekê û ji bo mirovatiyê bejna xwe bilind dike. Ber bi rojê ve rê diçe. Gul bi hêvî û xwesteka azadiyê hemû mirovan hembêz dike.
Li şûna eş û janan de bila asîman tijî hezkirin û hêvî bibe. Çalakiyên ji bo aştiyê ku li her devera welêt tên pêşxistin, bi hêviyekê xurt û şêweyên curbicur pêk tên. Hêvî û xwesteka hezkirina jiyanê didin nîşandan. Bi hêviyek mezin em bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêşxistiye re ne.




